Dayikên Şemiyê ji bo 11 gundiyên li Pasûrê hatibûn qetilkirin banga edaletê kirin 2021-10-16 14:54:20   STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo 11 gundiyên ku piştî li navçeya Pasûrê hatibûn binçavkirin, hatibûn qetilkirin û dosyayên wan li Dadgeha Bilind in, banga edaletê kirin.     Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û daxwaza cezakirina kiryaran bikin cara 864'emîn hatin cem hev. Ji ber vîrûsa koronayê vê heftê jî çalakî bi awayekî online hat lidarxistin û di çalakiyê de çîroka Mehmet Salîh Akdenîz, Celîl Aydogdû, Behçet Tûtûş, Mehmet Şerîf Avar, Hasan Avar, Bahrî Şîmşek, Mehmet Şah Atala, Tûran Demîr, Abdo Yamûk, Nûsreddîn Yerlîkaya, Umît Taş k udi 22’ê cotmehê de li navçeya Pasûrê ya Amedê hatin kuştin û pêvajoya doza wan hat vegotin.    BIRÎNA KU 28 SAL IN NAKEEW    Ji gundiyên ku bi guleyan hatin kuştin Hevjîna Behçet Tûtûş Hanimşah Tûtûş, diyar kir ku rexmî 28 salan jî birîna wan taze ye û wiha got: “Dema leşker hatin, pez û çêlekên me kuştin. Bi top û tankan em xistin hundir. Gotin, ‘Em ê agir bi malê bixin, em ê we di malê de bişewitînin’.  Mêr û zarokan birin. Mêr 10 rojan di destê xwe de hiştin, birçî û tî man. Qurtek av nedan. Zilm kirin û kuştin. Cenazeyên wan avêtin newalê, dan ber agir û şewitandin. 28 salan çavên me li rê bûn, me hestiyên wî nedîtin. Me ji bo wan li tu cihî diayek jî nekir.”   BÊCEZAHIŞTIN   Ji parêzerên dozê Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, diyar kir ku di sala 2004 'an de li Pasûrê hestî hatine dîtin, lê dozger nikaribû biçe cihê hestî lê hatine dîtin û ev tişt got: “Endamên ÎHD'ê û parêzerên Baroya Amedê hestî kom kirin û teslîmî dozgeriyê kirin. Piştre di encama testa DNA'yê de cenazeyên 9 kesên winda hatin aşkerakirin. Dozeke ew çend tirsnak û ecêb hebû. Piştre jî doz hatin vekirin. Lê doz bi bêcezahiştinê bi dawî bûn. Fermandarên ku ev komkujî pêk anîn di dema vê hikûmetê de bi bêcezahiştinê bi encam bû. Piştî biryara DMME'yê niha jî doz li Dadgeha Bilind e. Em ê vê dozê bişopînin, li edaletê bigerin û ji bo hesab bipirsin têbikoşin."    PÊVAJOYA Dozê   Seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî, diyar kir ku dozên ku li DMME’ê yê bi hikm bi encam bûne li Tirkiyeyê bi beraetê bi encam bûne û wiha got: “DMME'yê di dozê de biryara mehkûmiyetê da. Malbatan piştre serî li ÎHD'ê dan. Em dozê dişopînin. Di 29’ê Nîsana 1997’an de Serdozgeriya Giştî ya Dadgeha Ewlekariya Dewletê biryar da ku bêyî lêpirsîneke çalak dozê neşopîne. Di biryara DMME'yê ya di dîroka 31'ê gulana 2000'î de ji mirina 11 kesan û nemeşandina lêpirsîneke bi bandor Tirkiye mehkûm kir."    DOSYA LI DADGEHA BILIND DE   Di berdewamê de Yolerî, da zanîn ku di encama serlêdanên biisrar ên malbatan de di sala 2013 'an de ji nû ve lêpirsîn hatiye vekirin û veguheriye dozê û ev tişt anîn ziman: “Tevî ku hestiyên 11 gundiyan di goreke komî de hatin dîtin jî mehkûmiyeta DMME û rapora Parlamentoya Tirkiyeyê darizandina li 7. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê di 19'ê Îlona 2018'an de bi beraetkirina bersûc re bi encam bû. Malbatên ku îtîraza wan hate redkirin jî serî li Dadgeha Bilind dan. Dadgeha Bilind di dozê de li gorî hiqûqa gerdûnî daxwaza biryarê kir. Çiqas sal jî derbas bibin em dev ji Qada Galatasarayê bernadin, cihê hevdîtina me ya ji bo windahiyên me ku ev 165 hefte ne li me qedexe ye, ji bo 11 gundiyên jiyana xwe ji dest dane û hemû windayên me edaletê bixwazin."