ÎHD: Girtiyê nexweş Coşkûn bi rîska mirinê re rûbirû ye 2021-10-16 14:55:34   STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, diyar kir ku girtiyê nexweşê giran Atîlla Coşkûn bi rîska felçê derbas bike, yan jî mirinê re rûbirû ye û bang kir ku were berdan.     Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 499’emîn çalakiya “Rûniştina F” a heftane li avahiya komeleyê li dar xist. Endamên Komîsyonê vê hefteyê, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Atîlla Coşkûn ê 35 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê tê ragirtin.    ‘BER BI MIRINÊ VE TÊ DEHF DAN’   Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn, parevekir ku di mejiyê Coşkûn de tumor heye, çavên wî kor bûne û ji sedî 90 nexweşên giran e. Acettîn, bi lêv kir ku Coşkûn ji sala 2015’an ve li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê tê girtin û wiha got: “Li gel ku nayê dermankirin jî ev 6 sal in bi hinceta ‘ne di halekî baş de ye’ tevî cezayê wî xelas bûye jî 6 sal in nayê berdan û ber bi mirinê ve tê dehfdan.      DIVÊ TEDAWIYA WÎ WERE KIRIN   Acettin, diyar kir ku nexweşiya Coşkûn di sala 2007’an de hatiye tespîtkirin û berî ku tedawiya wî were kirin hatiye binçavkirin. Acettîn, da zanîn ku dixwazin tedawiya Coşkûn bi dermanên janê û birînê bibin serî û wiha axivî: “Li gorî agahiyên malbata wî dane; mezinbûna tumora di mejiyê wî de didome û ji sedî 90 çavên wî nabînin. Li gorî agahiyên bijîşkan dane jî; emeliyateke mejî ku were kirin ji sedî 90 felç an jî rîska mirinê dihewîne û ji ber lênêrîna piştî emeliyatê hewce dike, di şertên girtîgehê de nikare were emeliyatkirin.”