Hevdîtina budçeyê ya bi cotkaran re: Rewş xira be 2021-10-16 15:35:49   MÊRDÎN - Cotkaran di hevdîtinên HDP’ê yên Mêrdînê de, deynên xwe yên ceyranê bi bîr xistin û bi belgeyên radest kirin re, gotin ku rewşa wan xira be.   Şandeya parlamenter Ridvan Tûran, Garo Paylan û Necdet Îpekyuz di nav de, di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, li Mêrdînê hevdîtin pêk anî.    Şandeya ku li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi cotkaran re hevdîtin kir, dûre bi Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mîkaîl Erbey û rêveberên HDP’ê re, ber bi taxa Menteşê bi rê ket. Endamên şandeyê yên ku gehiştin taxa Endewl, ji wesayîtên hatin xwarê û çûn gel cotkarên dixebitîn.     ‘REWŞ XIRA BE’   Endamên şandeyê yên gehişt malbata cotkar, sedema xwe ya li herêmê vegotin û guhdarî pirsgirêkên malbatê kirin.     Cotkar Alî Bîçer û Mûstafa Bîçer, deynên xwe yên ceyranê bi bîr xistin û wiha gotin: “DEDAŞ’ê ji me deyn derxistiye. Ji ber vê em pirsgirêkên mezin dijîn. Her tişt biha bûye. Berê me bi 2 hezar û 200 lîreyan gubre dikirî. Niha em bi 5 hezar TL’an dikirin. Rewşa me gelek xira be.”      Şande dûre derbasî gundê Menteşê bû û ji aliyê gundiyan ve hat pêşwazî kirin.    Cotkarên vî gundî jî, derbarê fatûreyên ceyranê yên zede ji bo wan hatine de, bertekên xwe nîşan dan. Cotkaran, dan zanîn ku 14 mîlyon lîre deynê ceyranê ji  bo wan hatiye derxistin û belgeyên di destên xwe de pêşkêşî şandeyê kirin.