Li Şirnexê talankirina daran berdewam dike 2021-10-16 15:36:20 ŞIRNEX - Kişandina bi traktoran a darên ji aliyê leşker û cerdevanan ve tên birîn, hat dîtin.      Li Herêma Besta, Çiyayên Cudî, Gabar û Çelênimêja ên bi ser Şirnexê ve birîna daran ku bi tevlîbûna leşker û cerdevanan ve hatibû destpêkirin, bi mehane didome. Li herêmê heta niha bi hezaran dar hatine birîn. Beriya niha hatibû dîtin ku darên tên birîn, bi TIR’an derbasî herêmên cuda tên kirin, niha jî dîmenên nû derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku darên tên birîn, ji aliyê 10 traktoran ve tên kişandin. Tê diyarkirin ku darên li çiya hatine birîn bi traktoran dikişînin qadeke rast û ji wir jî dar li TIR’an tên barkirin û dibin herêmên cuda.    Di du daneyên cuda yên Midûriyeta Giştî ya Daristanan de lêkolînên di mehên sibat û îlonê de hatin kirin, hat tespîtkirin ku ji sedî 8 qadên daristanan ên seranserê Şirnexê kêm bûne.