Agirî xwe ji mîtîngê re amade dike 2021-10-16 16:14:08   AGIRÎ - Amadekariyên mîtînga “Banga Demokrasiyê” ku HDP wê li Agiriyê li dar bixe, berdewam dikin.    Amadekariyên mîtînga “Banga Demokrasiyê” ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê di 18’ê Cotmehê de li Agiriyê li dar bixe, berdewam dikin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan wê beşdarî mîtînga li Qada Newrozê were lidarxistin bibin. Ji bo mîtînga ku wê hunermend Azad Bedran û Koma Aryen li ser dike cih bigirin, bi taybetî li Agirî û navçeyên wê, bi rojan e li bajarên derdorê xebat tên meşandin.    GEL ELEQEYEKE MEZIN NÎŞAN DA   Parlamenterên HDP'ê Hasan Ozguneş, Mûrat Çepnî, Habîp Eksîk, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Abdullah Koç û endamên partiyê li navenda bajêr belavok belav kirin û gel vexwendin mîtîngê. Esnaf, û welatiyan bi coşeke mezin HDP'yî pêşwazî kirin. Ozguneş, li vir axaftineke kurt kir û wiha got: “Ji bo aştî û azadiyê, ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin, ji bo sekinandina komkujiyên li ser jinan tên kirin, em li benda gelê xwe ne ku tevlî mîtînga me bin.”    BANG    Çepnî jî wiha axivî: “Em bi meşa li dijî zilmê di têkoşîna demokrasî û aştiyê de hatine van rojan. Bi hêza ku em ji we digirin em li dijî qesrê, rejîma AKP-MHP'ê û faşîzmê dimeşin. HDP bi hêza ku ji we digire ev 9 sal in bê navber têdikoşe. Bi vê hêza ku me ji gelê xwe yê Agirî wergirtî, em her kesî vedixwînin mîtînga me ya ku roja Duşemê em pêk tînin.”