Jin li Qada Stasyonê ne: Denîz êdî deniza gel e 2021-10-16 16:56:06   AMED - Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr ku di mitînga jinan a Amedê de xîtabî jinan kir, ev tişt got: "Em ê îro mora xwe bavêjin bin rojeke dîrokî û êrişan vala derbixin. Di dawiya rê de azadî heye." Dayika Denîz Poyraz ku li Îzmîrê hatibû qetilkirin jî bi gotinên "Denîz êdî deniza gel e" jinan silav kir.    Mitînga ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" hat organîzekirin, li Qada Îstasyonê dest pê kir. Jinên ku ji bo beşdarbûna mitîngê ji bajarên herêmê hatin Amedê, mîna di têketina bajar de li qada mitîngê jî di nuqteyên kontrolê yên polisan de bi astengiyên polisan re rû bi rû man. Dayika Aştiyê Hatîce Beytûr (50) ji ber temeziya bi rengê kesk, sor û zer a di destê xwe de hat binçavkirin. Parêzer Elîf Îpek Dînç Ûlaş jî rexmî ku nasnameya xwe nîşanî polisan da jî polisan xwest li ser wê lêgerîn pêk bînin. Ji ber ku li dijî vê hewldana wan derket polisan li Ûlaş dan. Ji bo ku giliya wan bike Ûlaş ji qada mîtîngê veqetiya û çû miduriyeta polisan.    Rexmî hemû astengiyan jî jin bi dûrişm û pankartên ku êrişên li dijî hevzayendên xwe, cinayet, gotinên nîjadperestî û zayendperst şermezar kirin ketin qada mitîngê. Piştî ku ji bo jinên hatine qetilkirin rêz hat girtin  mitîngê bi axaftinan dest pê kir. Ji bo axaftinê destpêkê Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr derket ser dikê û axaftinek kir.    ÎMÎR: ME SOZ DABÛ SAKÎNE Û SÊVEYAN   Parlamenter Nûran Îmîr, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoyê û diyar kir ku di pêvajoyên zor û zehmet de derbad dibin û wiha got: "Em jinên kurd li hember êrişên hovane li ber xwe didin. Em van êrişan ji dîrokê baş nasdikin. Ev zihniyete doh îro jî van êrişan li ser jinan li ser kurdan didominin. Lê bila baş bê zanîn ku em hene, ji destpêka dîrokê heya îro em hene. Yên ku ji bo me qêrina azadiyê wek mîras hiştine, Sakîne, Fîdan, Leyla, Asya, Sêvê, Pakize, Fatma û Hevrîn e û bi rihe wan em li ser vê qadê ne. Wek TJA em bejna xwe li ber wan ditewinin. Ji Qada Îstasyonê hezar silav em redikin ji bo Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan û bi hezaran jinên di zindanan de li gel me dimeşin, ew  bûne delîlên hevî û serkeftina me."   'DIXWAZIN HEVSEROKATIYÊ TUNE BIKIN'   Îmîr, da zanîn ku desthilatdariya mêrperest bi girtin, kuştin û êrişên nîjadperetiyê dixwaze têkoşîna jinan xilas bike û ev tişt anîn ziman: "Bedena jinê li kolanan tazî kirin. Jinên aştixwaz wek Denîz Poyraz qetilkirin. Li ser navê OHAL'ê ê bi hezaran saziyên jinan girtin. Xwestin bi Qeyûman pergala me ya hevserokatiyê tune bikin. Saziyên bi Hevserokatiyê xwe rêve dibirin, xistin destê mêran. Hevalên me yên têkoşîna jinê dimeşînin avêtin zindanan. Keda Jinan a Peymana Stenbolê di şevekê de bi îmzeya mêrekî hat betalkirin. Li ser medyaya dijîtal, li meclîsê û li qadên siyasetê jin kirin hedef. Her tim gotin 'Em jinên têkoşêr naxwazin koleyan di xwazin'. Em li vê qadê cardin ji wan re dibêjin, em vê koletiyê qebûl nakin. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê dengê xwe bilind bikin. Çalakiyên xwe berdewam bikin, heya em jiyaneke azad ava bikin. Ji Botanê heya Amedê, ji Amedê heya Xerzanê, ji Xerzanê heya Serhedê em ê ser kevin, em ê teqez bi ser kevin."   TECRÎD Û ŞEWATA DARISTANAN   Di berdewama axaftina xwe de Îmîr, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: Vaye 22 sal in Birêz Ocalan li Giravê dibin tecrîdê de ye û hevdîtina wî û parêzeran tê asteng kirin. Zagonên xwe jî ji bo vê yeke bin pê kirine. Rewşa tecrîd û zordariyê di hemû girtîgehan de heye. Di girtîgehan de girtiyên nexweş bi mirinêre rûbirû dimînin. Ji bo çûyîna nexweşxaneyan astengiya derdixin. Kesên cezayê xwe kêşandî jî nayên berdan. Bi biryarên keyfi wan dihêlin zindanan de. AKP polîtîkayên herî qirêj li ser jinan dimeşine. Ji bedena jinê heya hemû qadên jiyanê jin rast êrişên nijadperestiyê tên. Heya ku şer dewam bike daristanên me wê bê şewitandin. Zarokên me wê li kolanan di bin panzeran de bimînin. We jin her roj tundiye bibinin û di hedefa deshihatdara de bin. Lê em her roj di bêjin em ji êrîşên we natirsin, di dîrokê de çawa hemû êrîşên we vala derketine îro jî ev êrîşe wê vala derkevin. Em dîsa dubare dikin Çi bibe bîla bibe dawiya me azadiyê."   DÛRIŞMEYA 'DENÎZ POYRAZ NEMIR E' BILIND BÛ   Piştî Îmîr Dayika Denîz Poyraz ku di 17'ê hezîranê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ji aliyê nîjadperest Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin Fehîme Poyraz derket ser dikê û jinan silav kir. Dema ku Poyraz dest bi axaftina xwe kir timtik dûrişmeya "Denîz Poyraz nemir e" hat berzkirin. Di vê kêliyê de polisan hewl da ku derkevin ser dikê û axaftina dayika Poyraz asteng bikin.    DAYIK POYRAZ: DIVÊ JIN BIBIN    Piştî ku vê hewldana polisan vala derket dayika Poyraz axivî û wiha got: "Divê em bizabin ku em hene û li ser piya ne. Weke jin divê em yek bin. Heke wiha nebe em ê winda bikin." Piştre Poyraz bal kişand ser qetilkirina keça xwe û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Komkujiyek bêparastin pêk hat. Ez wan şermezar dikim. Xisara wê negihiştibû morîstangê jî lê wê qetil kirin. Ji bo kujer tê gotin ku derûniya wî xerabe ye. Lê wiha nîne. Heke derûniya wî xerab bûya wê xesarê dabûya xwe."    Dema axaftina xwe Poyraz xemgîn bû û bi gotina "Hûn hemû Denîz in" neçar ma ku axaftina xwe bi dawî bike.    Mitîng bi stranên Koma Aryen didome.