Aydenîz: Dê aqûbeta AKP û MHP'ê jî wekî yên berê be 2021-10-16 18:44:59   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku aqûbeta îqtidara AKP û MHP'ê ya ku di 6 salên dawî de tu tahde û îşkence nemaye ku nekiriye, dê wekî ya îqtidarên beriya wê be.    Di mîtînga TJA û DBP'ê ya li Qada Stasyonê ya Amedê, danê nîvro dest pê kir. Bi destpêkirina mîtîngê re qedexe û astengiyên polîsan jî rû dan. Lê dîsa jî mîtîng bi coşeke mezin dewam kir. Di dema mîtîngê de polîs ketin qada mîtîngê û hewl dan kesên kincên bi rengê kesk û sor û zer li xwe kiribûn û qurdeleyên rengîn bi ber xwe vekiribûn binçav bikin. Piştî ku Dayika Aştiyê Hatîce Beytûr (50) ku hat hînbûn ji Cizîrê hatiye bi vê hincetê hat binçavkirin, Dayika Aştiyê Hazal Sureur jî bi heman hincetê hat binçavkirin.    Polîsan Surerê birin hewşa Mizgefta Sumerê ya li kêleka qada mîtîngê. Çendî parlementerên HDP'î xwestin pêşî li ber binçavkirina Surerê bigirin jî, lê polîsan bi darê zorê ew binçav kirin. Parlementeran polîsan protesto kir.    Jinên ku qada mîtîngê tije kirin tim dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Piştî Koma Aryen derket ser dikê û stran gotin, nameya ji Meşa Jinê ya Cîhanê hat, hat xwendin.    Piştî xwendina nameyê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî.    AYDENÎZ: TEVÎ HEMÛ ZEXTAN JÎ JIN LI QADAN E   Aydenîz, di axaftina xwe de bal kişand ser bêtehemûliya li hemberî mîtîngê û got: "Ji Dêrsimê heta Amedê, ji Botanê heta Serhedê jin îro li vî qadê li ser pêyan bûn. Divê bê zanîn ku jin tu carî paşve gav navêjin û dê serî li hemberî desthilatdariyê natewînin. Her wiha tehemûlê reng û tilîliyên jinan nakin. Mizgeft kirin qereqol. Ji ber ku ji azadiya jinê ditirsin. Dizanin ku çi dibe bila bibe jin tu carî dev ji rêxistinbûna xwe û her wiha ji qadan bernade. Li gel her cureyên dorpêçe jin dê li ber xwe bidin. Jin bi berxwedanê heta wan rojan hatin."   Aydenîz, silavên xwe ji girtiyên jin re şand û wiha axivî: "Em silavên xwe girtiyên ku ji bo azadiyê têdikoşin re dişînin. Em li vir tên destê dayikên xwe. Jin ji mehekî jortir e li gund û taxan xebatên xwe meşandin. Xwe gihandin bi 10 hezaran jinê. Em baş dizanin ku gelek jin ji ber zext û zordariyê xwe negihandin qadê. Lê em ê li vir bibin dengê wan jinan."   'ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE'   Aydenîz di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tecrîdê û got: "Zextên ku niha pêk tê, ji ber tecrîdê ye. Heke dengê Birêz Ocalan bilind bibe dê demokrasî jî pêş bikeve. Dengê wî dê ji Rojhilata Navîn re aştiyê bîne. Desthilatdarî ji demokrasî û azadiyê ditirse. Îro kesên ku li Kurdistanê digerin qala muxataban dikin û me her tim got muxab diyar e. Muxatab diyar e, muxatab Birêz Ocalan e. Fermo meseleyê li Îmraliyê çareser bikin."   'DÊ BIÇIN'   Aydenîz, di berdewama axaftina xwe de got: "Di 6 salên dawî de tu tahde û îşkence nema ku îqtidara AKP û MHP'ê nekirine. Dê ev polîtîkayên şer li tu derî jî bi kêrî tiştekî neyên. Ji dêvla ku meseleya kurdî bi rêyên demokratîk çareser bikin, radibin xwe bi xwînê xweyî dikin. Bi vî awayî hewl didin li ser pêyan bimînin, lê ev polîtîkayên şerî ew daxilî nav krîzeke pir alî kirine. Dê jin li her derî xwe birêxistin bikin û meseleya jinan û meseleya kurdî çareser bikin. Çawa ku îqtidarên ev polîtîka pêk anîn, çûn neman, dê aqûbeta vê îqtidarê jî wekî ya wan be. Tekane çareserî têkoşîneke li ser asasê demokratîkbûyînê ye. Em jinên kurdistanî bang li hemû jinên cîhanê dikin ku em bi hev re li hemberî vê pergalê tevbigerin."    'DÊ ROJAVA DAWIYA WE BÎNE'   Aydenîz, di axaftina xwe de bal kişand ser mijara yekîtiya neteweyî jî û got: "Jin di meseleya yekîtiya neteweyî de xwedî roleke pêşengî ne. Em jin careke din soz didin ku em ê destkeftiyên xwe yên li her çar perçeyên Kurdistanê biparêzin û hewl bidin ku Kurdistan bibe xwedî statu. Li ku derê destkeftiyeke kurdan hebe, êrişê dibin ser. Êrişî Rojavayê dikin, lê dê Rojava dawiya we bîne. Şoreşa Rojavayê, şoreşa jinê ye. Silav li şoreşa jinê, silav li Rojavayê."    'EM Ê DEV JI BERXWEDANÊ BERNEDIN'   Aydenîz, destnîşan kir ku sedema hemû pirsgirêkan ji be rkrîza rêvebirinê ye û got: "Lê ji me yek jî bimîne, dîsa em ê serî netewînin. Dê rêxistinbûyîna jinan dawiya vê seltanatê bîne. Jin li her derî, li kuçeyan, li girtîgehan xwe diparêzin. Em ê heta dawiyê li dijî siyaseta baviksalarî têbikoşin. Qethiyen dê jin dev ji zimanê xwe, hebûna xwe û berxwedana xwe bernedin. Dê li ev sedsal bibe sedsala jinê."     Piştî axaftina Aydenîzê, Koma Dîcle Firatê çû ser dikê. Mîtîng bi govendgerandin, tilîlî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.