Nûçegihanên me Sezgîn û Altûntaş hatin binçavkirin 2021-10-16 20:03:04 STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê xwest bi daxuyaniyek qedexekirina konsera NÇM'ê prostetê bike, lê polîsan mudaxileyî ciwanan kir. Di dema mudaxileyê de nûçegihanên ajansa me Mehmet Enes Sezgîn û Mahmût Altûntaş hatin binçavkirin.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xwest li Kolana Îstiklalê bi daxuyaniyekê qedexekirina konsera "Berbang" a Navenda Çandê ya Mezopotamyayê protesto bike. Polîsan mudaxileyî ciwanan kir.   Polîsan nehişt ciwan daxuyaniyê bidin. Polîsan pankarta ku ciwanan vekiribû jî çirandin. Di mudaxileyê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Enes Sezgîn û Mahmût Altûntaş hatin binçavkirin.   Polîsan herî kêm 10 endamên meclîsa ciwanan jî binçav kirin.