Îmamoglû: Pêdivî bi aştî û hiqûqê heye 2021-10-16 20:23:06   AMED- Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku li Amedê bi kardêran re civiya, anî ziman ku li welêt pêdivî bi aştî û hiqûqê heye.   Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, ji bo tevli pêşangeha "Bîra Odeyê" ya hunermend Ahmet Guneştekîn bibe hat Amedê. Îmamoglû, beriya pêşangehê li Demîr Otêlê ya li Sûrê bi kardêrên bajêr re civiya.   Îmamoglû, beriya civînê daxuyaniyek da. Îmamoglû, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rojeva sereke ya Tirkiyeyê aborî ye û bal kişand ser rewşa kambax a bazirganî û pîşesaziyê.   Îmamoglû, anî ziman ku ji bo tevli çalakiyeke hunerî bibe hatiye Amedê û got: "Bi taybetî Amed, di salên dawî de di warê xebatên hunerî de bi awayekî neyînî tê bibîranîn. Hêvîdar im dê ev çalakî ji bo Amedê bibe cihê rûpeleke nû. Li welêt pêdivî bi hiqûq û aştiyê heye. Bi hafizeyên kûr bibîranîna bajarê qedîm Amedê, hêvîdar im dê di warê hunerî de bibe cihê peyameke girîng."    Piştî daxuyaniyê civîn bi awayekî girtî dewam kir.