Dermanên wextê wan derbasbûyî dan girtiyên bi Covîd-19'ê ketin 2021-10-17 09:02:05   AMED– Mehmet Kaya ku di Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1'ê de ye, bi rêya telefonê ragihand ku îdareya girtîgehê dermanên wextê wan derbasbûyî dane girtiyên bi Covîd-19'ê ketine.    Mehmet Kaya ku di Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1'ê de ye, telefonî malbata xwe kir. Kaya, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    DERMANÊN WEXTÊ WAN DERBASBÛYÎ   Kaya, ragihand ku gelek girtî bi Covîd-19'ê ketine û hin girtî jî di nav mehekê de du caran test kirine û her du caran jî testên wan pozîtîf derketine. Kaya, anî ziman ku îdareya girtîgehê dermanên wextê wan derbasyî dane girtiyên bi şewba Covîd-19'ê ketine.    Kaya, diyar kir ku ji Adara 2020'an roja pandemî dest pê kir hemû çalakiyên wan ê wekî werzîş, sohbet, kurs, hevdîtina vekîrî hwd. hatibûn qedexekirin. Kaya, anî ziman ku berê heftê rojekê mafên wan ên çalakiyên civakî hebûn, lê belê piştî pandemî dest pê kiriye hemû hatine qedexekirin û vê mehê qedexya ji bo werzîşê hatiye rakirin, lê ew jî 15 rojan carekê û li odeyekê tê kirin.    Kaya, destnîşan kir ku tiştên li kantîna girtîgehê tên firotin pir biha ne û çendî li qawîşên wan tenê semawer, sarinc û TV hene, lê dîsa jî heqê ceryanê yê mehane 50-60 lîre tê.    Kaya, diyar kir ku pêdiviyên wan ên ji bo xwarin û paqijiyê jî nayên peydakirin û hem wan naşînin berber hem jî makîneya tiraşê bi hinceta ku xirabe ye, nadin wan. Kaya, da zanîn ku pirtûkên kurdî û nameyan jî nadin wan û got: "Pirtûk û nameyên kurdî bi şertê heqê wergêr bê dayîn, tên dayîn."    Kaya, ragihand ku rojnameya hevtane Xwebûn û rojnameya rojane Yenî Yaşam û Evrenselê jî nadin wan.