Li Semsûrê salvegera avakirina HDP’ê bi coş hat pîrozkirin 2021-10-17 15:06:22   SEMSÛR - Li Semsûrê 9’emîn salvegera avakirina HDP’ê hat pîroz kirin. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, di pîrozbahiyê de axivî û got: “Çi gava ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin, dê aştî were Tirkiyeyê.”   9’emîn salvegera avakirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Semsûrê bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahî li saloneke dawetê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, rêveber û endamên bajêr ên partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Wênê Denîz Poyraz, pankartên “Denîz Poyraz bêmirine”, “Ji bo pêşeroja ciwanan, bijî HDP” û “Jin hêvine, em hêvîne û HDP hêviyê” bi salonê ve hatin daliqandin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.     Hevserokê HDP’ê yê Semsûrê Mehmet Alî Alataş, di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku kevneşopiya HDP’ê ne nû ye. Alataş, da zanîn ku têkoşîna 40 salan a dewam dike pir girînge û wiha got: “Di vê rê de me gelek kes şehîd dan. Rejîma AKP û MHP’ê wê nekarin HDP’ê têk bibin. Ji vir û şûnde, di yekemîn hilbijartina bê kirin de, wê têk biçin.”   Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî, diyar kir ku HDP ne 9 saliye, 40 saliye û wiha got: “Ev 40 salin ev têkoşîn dewam dike. Hêzên desthilatdar bi salen difkirin ku HDP’ê bi zextan tune bikin. Ew ê tucarî nekarin HDP’ê biqedînin û bigirin. Ji ber ku HDP jin, zarok, berwedan û jiyane.”    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Surucu, da zanîn ku 22 salin li Girtîgeha Îmraliyê, tecrîdek giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye û wiha bi dawî kir: “Ne tenê li Îmraliyê, tecrîd li tevahiya welat belav bûye. Heya ku Kurd azad nebin, tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe, wê aştî neyê Tirkiyeyê. Ji ber vê divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.”    Piştî axaftinan, pîrozbahî bi gerandina guvendê bi dawî bû.