Aydenîz û Poyraz serdana Dayikên Aştiyê kirin 2021-10-17 15:14:05 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, serdana Dayikên Aştiyê yên Amedê kirin. Dayikên Aştiyê laçik diyarî Fehîme Poyraz kirin.  Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, dayika Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de hat qetîlkirin Fehîme Poyraz û şandeya bi wan re, serdana endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê kirin. Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz di serdanê de, laçik diyarî dayika poyraz kir.    'HÊVÎDARIM EV AGIR BIQEDE'   Eryilmaz, diyar kir ku wateyeke gelek girîng a van laçikên ku dayik didin serê xwe heye û wiha axivî: "Dilê me hemûyan, mîna dilê te şewitiye. Em êşa te fêm dikin û parve dikin. Ez hêvîdarim ku ev agirê dilê dayikan dişewitîne, bi dawî bibe."   'HEYA MIRINÊ EZ Ê JI SERÊ XWE DERNEXIM'   Dayika Poyraz a laçik girt jî, got: "Ezê heya mirinê ji xwe re xwe dernexim."   Serdana dayikan dûre li çapemeniyê girtî pêk hat.