Girtiyên ku guhertina odeyan qebul nekirin hatin derbkirin 2021-10-17 15:45:23   WAN - Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, ji ber ku girtiyan guhertina odeyan qebûl nekirin hatin derb kirin.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimînin, ji ber ku guhertina bi zorê ya odeyan qebûl nekirin ji aliyê gardiyenan ve hatin derbkirin. Gardiyenan bi zorê girtî ji odeyên wan derxistin û derb kirin.    ‘EWLEKARIYA CANÊ ME TUNEYE’   Seyîtxan Çalişan, salek zêdetire girtiye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, ev agahî dan: “Zextên li ser me zêde bûne. Rayedarên girtîgehê xwestin bi zorê odeya min û hevalê min Adem Ozbey biguherînin. Ji ber ku Ozbey ev yek qebûl nekir, wî ji odeyê derxistin û derb kirin. Li vê derê tu ewlekariya canê me nîne. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”    Birayê Çalişan Dilyar Çalişan jî, diyar kir ku di girtîgehê de, binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyên siyasî zêde bûne. Bi van zextan dixwazin, girtiyan û malbatên wan teslîm bigirin. Emê derbarê zextan de, gilî bikin.”