Li Efrînê jinek du canî hat qetilkirin 2021-10-17 16:05:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê jinek du canî bi îşkenceyê hat qetilkirin.   Li bajarê Efrînê ya dibin kontrola Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ku girêdayî Tirkiyeyê, jinek ducanî di girtîgehê de bi îşkenceyê hat qetilkirin. Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) de cih girt, jina du canî ya 32 salî Nemet Behcet a hat qetilkirin, berî demekê bi hevjînê xwe Xelîl Nesan ê 36 salî re li ber Nexweşxaneya Qenber a li navenda Efrînê hatin binçavkirin û girtin. Hat diyarkirin ku Nemet Behcet Şêxo û Xelîl Hesan ji gundê Qûpê yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê ne. Hat destnîşankirin ku piştî Nemet û Hesan hatin girtin, heya 6 saetan îşkence bi wan hatiye kirin.    Li gorî nûçeyê, hat diyarkirin ji bo ku malbata Nemet Behcet Şêxo qetilkirina keça xwe aşkere neke, gef li lê hatiye xwarin. Derbarê aqûbeta hevjînê Nemet Behcet, Şêxo Xelîl Hesan de, tu agahî nehatin bi dest xistin.