Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin 2021-10-17 17:37:05 AMED - Hunermendên kurd li Amedê bertek nîşanî qedexekirina konsera NÇM’ê ya li Stenbolê dan û gotin wê tu kes nikaribe hişmendiya qirker îro jî li dijî çand û hunera kurdî rûreşiyê dike û wê tu hişmendî nikaribe xebatên çand, huner û zimanê kurdî rawestîne.  Hunermendên li Amedê yên di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dixebitin, li dijî qedexekirina konsera salvegera 30’yemîn a NÇM’ê ku dê li Stenbolê bihata lidarxistin, daxuyanî dan û şermezar kirin. Daxuyanî li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîle Firatê ya li Sûra Amedê pêk hat û gelek hunermend beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hunermend Devrîm Demîr daxuyanî xwend.    Daxuyanî wiha ye:    “Ev 30 sale ku em wekî Navendên Çandê yên Mezopotamyayê, ji bo  Çand û Hunereke azad û bi zimanê Kurdî, li ber xwe didin.   ZEXTÊN LI SER SAZIYÊ   Ji destpêka salên 90’î û vir ve gelek caran saziyên me hatin girtin, hevrê û hevalên me hatin binçavkirin, girtin û cezakirin. Berdêlên mezin hem ji hêla xebatkarên NÇM’yan ve û hem jî ji hêla gelê me yê berxwedêr ve hatin dayîn û hîn jî tê dayîn.    Çewisandin, gefxwarin, qedexekirin, pişaftin û pê re jî qirkirina çandî kêlîyekê  jî nesekinî. Hişmendiya ku kurdan înkar dike,  çand û hunera kurdî ya azad tune dihesibîne îro jî li ser kar e.    Hîn çend roj berê cil û bergên me yên gelêrî hatin qedexekirin. Dîsa çend roj berê straneke me hat qedexekirin û doh jî  konser û bernameya çand û hunera kurdî ya NÇM'ê ji hêla hişmendiya qirker vê hate qedexekirin.   HIŞMENDIYA QIRKER    Bi hincetên sosret yên wekî ev konser û bername  “dê ewlehiya civakê bixe xeterîyê û îhtîmala ku dê li wê derê sûc bê kirin û hwd” bernameya pîrozbahiyê ya 30’emîn damezrandina NÇM’ê ya ku dê li Stenbolê bihata li darxistin hat qedexekirin. Hişmendiya qirker qey nizane ku, Çand, Huner û Zimanê gelekî bi qedexekirinê nayê rawestandin.    ÎRO JÎ RÛREŞIYÊ DIKIN    Ji bo ku hûn dibêjin Neteweyek tune ye û hebûna wî înkar  dikin ew netewe ji holê ranabe. Gelê kurd di her şert û mercî de xwedî li çand û hunera xwe derketiye. Heger hûn vê rastiyê nizanin herin rûpelên dîroka berxwedana gelê kurd vekin. Yên ku dibêjin pirsgirêka kurd tune ye û me ev pirsgirêk çareser kiriye, îro jî li rûreşî û derewên xwe diqelibin. Ew careke din li hemberî dîrokê tewanbar û sûcdar in.    Em jî ji her demê zêdetir, xweşiktir, bi serbilindî û bi rihekî berxwedêr li hemberî polîtîkayên pişaftinê û qedexeyan li berxwe didin.    RÊWÎTIYA ÇANDA KURDÎ NAYÊ RAWESTANDIN   Em xwedî wê soz û biryarê ne ku em gelê xwe bê Ziman, bê Çand û bê Hunera Kurdî nahêlin. Em wekî xebatkar, hunermend û dildarên Çand û Hunera gelê xwe vê biryara sosret bi tundî şermezar dikin û ji bo me her der û her qad cihê çand û hunera kurdî ye. Rêwîtîya Çand û Hunera azad ya Kurdî nayê rawestandin.     Bijî çand, huner û zimanê kurdî û bijî huner û hunermendiya azad.”