Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome 2021-10-17 18:09:52 ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Elkê di çarçoveya kampanyaya "Dema azadiyê" li gundan bi gel re civiya û behsa pêvajoyê kir. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Elkê di çarçoveya kampanyaya "Dema azadiyê" bi tevlîbûna Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz, Hevseroka HDP'a Şirnexê Sabuha Akdag, TJA û endamên rêxistina HDP'ê ya Elkê serdana gundên Batê, Pîrosa û Hemgan yê bi ser navçeyê ve kirin.   'EM LI HER DERÊ NE'   Li gundê Pîrosa Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz axivî. Kaçmaz, bal kişand ser armanc û girîngiya kampanyaya ku partiya wan daye destpêkirin û wiha axivî: "Heta niha kê bi gelê Kurd re neyartiyê kiribe çûyina wî nêz bûye. Kesên ku digotin em ê vî gelê tune bikin û perçe perçe bikin îro ew bi xwe tune bûne. Yên ku gotin bi girtina partiya HDP'ê wê bê vîn bihêlin, ew bi xwe tune dibin. Ji ber ku  em li her derê li  hemberî  zilma wan disekinin. Bi destpêkirina vê kampanyayê me xwest her gav di nava gelê xwe de bin. Bi vê kampanyayê me xwest ku nîşan bidin ku em HDP'yî ne û li her derê ne. Em ne tenê di hilbijartinan de her gav wê nava gel de bin. Bi girtinan nikarin me bidin sekinandin. Bi girtina deriyê partiyê jî nikarin têkoşîna me bidin sekinandin. Dibe ku darê jê bikin, lê em her û her şîn dibin."   Piştî axiftinan li pirsgerêk û daxwazên gel hatin guhdarkirin. Pişt re şande derbasî gundên din bû û şande li gundan bi coş hat pêşwazîkirin.