Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir 2021-10-17 19:33:43   MÊRDÎN - Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar li Mêrdînê di çarçoveya "Hevdîtinên Budçeyê" de serdana esnafan kir û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.   HDP'ê li Mêrdînê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bernameya "Hevdîtinên Budçeyê" li dar xist. Piştî bernameyê Sancar û şandeya li gel wî li sûka Mêrdîna berê serdana esnafan kir. Sancar bi esnafan re sohbet kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir. Sancar piştî serdana esnafan çû serdana Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm danîn şûna wî, kir û şîfayê jê re xwest.