Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin 2021-10-17 19:43:16   STENBOL - Baroya Stenbolê kongreya xwe li dar xist û serokê heyî Mehmet Durakoglu ji nû ve hat bijartin.   Baroya Stenbolê li Navenda Kongreyê ya Halîçê kongreya xwe li dar xist. Serê sibê dengdayîna hilbijartina serok û rêveberên baroyê dest pê kir. 51 hezar û 352 parêzer endamên Baroyê ne. Hilbijartin saet di 17.00’an de bi dawî bû û jimartina dengan dest pê kir. Piştî jimartinê serokê heyî yê baroyê Mehmet Durakoglu bi 8 hezar û 479 dengan bi ser ket û ji nû ve hat bijartin.