Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da 2021-10-18 08:29:45   AMED - Wênegir Burhan Gizlenmiş ku tedawiya penceşêra hestî didît, jiyana xwe ji dest da.    Wênegir Burhan Gizlenmiş ê li Amedê dijî ku bi salan wêneyên girîng girtin û ji rojname û malperan re serwîs kir jiyana xwe ji dest da. Gizlenmiş ev çend sal bû ji ber nexweşîna penceşêra hestî tedawî didît, krîza dil derbas kir û pê re têdikoşiya. Gizlenmiş îro li Amedê koça dawî kir û çavê xwe li jiyanê girt. Cenazeyê Gizlenmiş li Amedê hat veşartin.    Gizlenmiş bavê sê zarokan bû û wî di heyama berxwedana Kobanê de hem li bakur û hem jî li Rojava gelek wêneyên girîng girtibûn. Gîzlenmiş di heyama şerê li navçeya Sûrê de bi hêceta li qada qedexe wêne girtibûn, hat girtin û darizandin. Gizlenmiş bi taybetî wêneyan ji rojnameya Azadiya Welat re digirt. Gîzlenmiş dem bi dem dersa wêneyan jî dida.