'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin' 2021-10-18 09:02:43 STENBOL - Ji parêzerên Doza Kobanê Ramazan Demîr diyar kir ku di dozê de delîlek şênber jî nîne û di encama 5 salan de doz gihîştiye fînalê û bi vê dozê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin.  Rûniştina 5'emîn a Doza Kobanê ku siyasetmedarên HDP'yî jê tên darizandin wê îro li Dadgeha Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin.    'DELÎLEK ŞÊNBER NÎNE'    Yek ji parêzerên Doza Kobanê û parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Ramazan Demîr dozê nirxand û diyar kir ku îqtidar berpirsên mirinên çalakiyên Kobanê mîna ku HDP be nîşan dide û got: "Heke sûcek hebe, li gorî yasayê divê delîlên şênber werin derxistin. Li holê delîlek şênber nîne. Bêyî ku tiştek di dosyeyê de hebe bi salan însanan di girtîgehê de dihêlin."    DOZA KOMPLOYÊ    Demîr da zanîn ku HDP û gelê kurd bi dozê tên sûcdarkirin Û mexdûrkirin û tevî mexdûrkirinê jî dîsa tên sûcdarkirin û di asta ew hatinê de nikarin hiqûqê binirxînin. Demîr got tişta ew ji helwesta dadger Û dozgeran ku fêm dikin niyeta wan ku hiqûqê bisepînin nîne. Demîr destnîşan kir ku pêvajoyek siyasî tê birêvebirin û got: "Dema îdianame hat amadekirin, ewilî MHP'ê bertek nîşan da. Haya parêzeran ji dosyeyê nîne lê rêveberên MHP'ê li ser medya dîjîtal her tiştên îdianameyê belav kirin. Me bi dehan car got ev doz doza komployê ye. Me jgelek belge û dosye amadekirin ku ev doz komplo ye."    'DI WARÊ HIQÛQÎ DE DESTÊ ME XURT E'   Demîr destnîşan kir ku heke di çarçoveya destûra bingehîn de were tevgerkirin dê îro doz were betalkirin û biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê dozê de heye û ji ber vê biryarê destê me di warê hiqûqî de xurt e. Demîr anî ziman ku biryara DMME'yê sûcên li dijî siyaseta kurd pir eşkere eşkere kir û li ser vê biryarê di esasê xwe de bi Doza Kobanê re pêvajoya 5 salên dawî gihîştiye fînalê û pir zelal xuya dike ku siyaseta HDP'ê tê astenkirin.    DOZ LI BER REHMETÎ YE    Demîr bal kişand ser sûcdariyên di îdianameyê de û got: "DMME dibêje bi awayek neheqî ev doz hatiye vekirin. Êdî ev doz gihîştiye wê qonaxê ku rehmet lê were anîn. Em ji vê dozê re dibêjin doza ji mirinê hatiye afirandin. Helbet wê hesabê vê dozê were pirsîn."    ÎQTIDAR BANDORÊ LI SER DOZÊ DIKE    Parêzera Fîgen Yuksekdag, Ezgî Gungordu jî destnîşan kir ku îqtdar ango siyaset bi awayek cidî mudaxileyî darazê dike ku bandorê li ser pêvajoya dozê bike û gotin û daxuyaniyên îqtidarê li holê ne û her tiştî radixe ber çavan. Gungordu diyar kir ku tevî hemû îtîrazên wan ku dibêjin ev dozek komployê û bi belgeyên sextê hatiye hûnandin.