Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin 2021-10-18 10:16:03   WAN - Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, zemên xwarin û wargehê şermezar kirin.    Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, li kampusa zanîngehê hatin gelhev û bilindbûna buhayê xwarin û wargehan şermezar kirin. Deriyên wargeha ku xwendekarên jin lê bûn ji aliyê polîsan ve hatin girtin û nehiştin xwendekarên jin derkevin derve. Bi sedan xwendekarên li derve hatin cemhev, ber bi avahiya rektoriyê ve meşiyan. Xwendekarên ku heta derengiya şevê çalakiya xwe dewam kirin, gelek caran dirûşmên “Rêveberî îstîfa”, “Em mafê xwe dixwazin” berz kirin.    Dûre ewlekarên wargehê dîmenên xwendekarên ku vegeriyane wargehê kişandin.