Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê 2021-10-18 10:58:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nîhat Kaya diyar kir ku operasyonek gengaz a Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne mumkun e û Tirkiyeyê di berdêla Idlibê de herêmên Til Rifat û Şehbayê kiriye mijara danûstandinan. Kaya got konjonktura li herêmê ne wekî berê ye û QSD bêyî DYA'yê xwe ji bo şer amade dike.   Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, di peyamên xwe yên piştî serdana xwe ya Amerîka û Rûsyayê de, daxuyaniyên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire da. Tam beriya serdana Erdogan a Rûsyayê, ji ber ku balafirên Rûs konvoya leşkerên Tirkiyeyê û komên ku bi ser wê ve  li Idlibê tevdigerin bombebaran kirin, Erdogan der barê operasyoneke muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da. Erdogan ji bo pirsa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniya, "Sebra me ji êrişên terorê yên ji Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê re nemaye” da û di 15’ê cotmehê de jî daxuyanî da û got: “Têkoşîna me wê di heyama pêş da bi awayekî pir cuda dewam bike. " Rojnamevan Nîhat Kaya ku ev demeke dirêj e geşedanên li herêmê dişopîne, metirsiya operasyonek gengaz a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyên Erdogan, siyaseta Amerîka-Rûsya-Rejîma Şamê ya li ser herêmê û hêza leşkerî û geşedanên dîplomatîk ên li herêmê ji ajansa me re nirxand.    Kaya da zanîn êrişek şênber di demên dawî de çênebûye, berevajî vê di paralelî van daxuyaniyan de di tevgera leşkerî ya TSK’ê ya li herêmê de pêvajoyek sekinandî ketiye dewrê û sedema girîng a daxuyaniyên hatiye dayîn çi ye. Kaya destnîşan kir ku kevir li tevahiya Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Sûriye û Tirkiyeyê dihejin û zehmet e ku bê gotin ka îhtîmala êrişek wê hebe an na.   SEDEMA TERCÎHKIRINA ŞER    Kaya diyar kir ku sedema ewil a arezûya operasyoneke muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîna Amerîka ya ji Afganistanê û ketina welêt bin kontrola Talîbanê ye û destkeftiyên Talîbanê ji bo Amerîkayê şikestinek mezin e. Kaya wiha got: "Ew vê yekê ne tenê serketina Talîbanê, lê belê serketina hemû Îslama radîkal dibînin. Ew coş û heyecana wê dijîn. Têkçûna DAIŞ’ê ya sala 2019’an ku li Baxozê pêk hat bandora xwe li ser hemû îslamîstên radîkal kir. Ji bo wan niha li Afganistanê, serketinê bandor li her kesî kir. Vê rewşê bandor li îqtidara AKP-MHP’ê jî kir. Ji ber ku AKP di warê kokên îdeolojîk de ji wan ne dûr e.”    Kaya destnîşan kir ku sedema duyemîn a ku Tirkiye xist nav operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî, siyasî û civakî ye û ew dixwazin pêşî li nerazîbûnên di civakê de derketine holê bigirin. Kaya diyar kir ku AKP ji ber ku têkçûna xwe dibîne, niha jî li dijî kurdan dijminatiyê dike û dixwaze têkoşîna kurdan bitepisîne. Kaya da zanîn ku AKP rêya derketina ji krîzê di operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibîne û ne mimkûn e ku AKP-MHP bi rengekî din ji vê krîzê derkevin.    ABORIYA ŞER Û HEVDÎTINÊN TALÎBANÊ    Kaya destnîşan kir ku ev hesabên AKP’ê di dema êrişên li ser Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê de kiriye îro li ber çavan girtiye û got: "Lê belê rewşa konjonkturel pir cuda bû. Destê Tirkiyê bihêztir bû. Divê ku meriv wê bipîve gelo ew niha di heman rewşê de ye. Tirkiyê wê di warê aborî de dikaribe vê yekê birêve bibe?" Kaya destnîşan kir ku yek ji sedemên bingehîn ên ku Tirkiye dixwest bi Talîbanê re bi Afganistanê re peyman çêke ev bû ku stûna aborî ya şer ava bike mebesta Balafirgeha Kabulê ew e ku ji bo dermanan rêyek derbasbûnê bide çêkirin û ji Venezuela anîna madeyên hişbirê ava bike.    Kaya anî ziman ku Tirkiyeyê bi riya SADAT û MÎT’ê pîvana leşkerî ya şer ava kiriye û stûna dîplomatîk jî bikaranîna penaberan wekî tehdît hatiye çêkirin. Kaya da zanîn ku Tirkiye nikare stûna aborî ya şer ava bike, lê belê eger stûna aborî neyê avakirin, amadekariyên din wê hilweşin û ji ber vê yekê ew xwe nêzî Talîbanê dike. Kaya got: "Heke ku Balafirgeha Kabulê were sitendin, Tirkiye dê lingê aboriya şer bi hişbirê dabîn bike. Heya niha astengiya herî mezin a ku Tirkiye nikare şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş bixe jî lingê aboriyê pêk bîne. Ji ber vê yekê, rewşek xwe paş ve bikişîne heye.”    KONJONKTUR NE GUNCN E    Kaya bal kişand ku têkiliyên DYA-Tirkiyeyê wek ên berê nîn in û got: "Di serdema Donald Trump da Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê James Jeffrey û siyaseta DYA’yê ji bo ku xwe nêzî Tirkiyeyê bikin gelek tiştan kirin. Êrişên li dijî Girêspî û Serêkaniyê di encama vê de derketine holê. DYA bi serdema Biden re ji siyaseta James Jeffrey a li herêmê xwe dûr kiriye. Rûsyayê ji bi heman rengî bawer nebû û ew baweriya wan şikest. Piştî Trump, îqtidara AKP-MHP vegeriya DYA. Tirkiyê berê xwe da têgihîştina ku ew dikare karsaziyê bi Amerîkayê re bike. Ev rewşek bû ku Rûsya aciz kir; Hêza ku li Lîbyayê bi Rûsyayê re şer kir, NATO bû û li ser navê Tirkiyê kir. Ji ber vê yekê Rûsya bawerî bi Tirkiyê nayine. Tirkiye di navbera Rûsya û komên çete yên li Idlibê de sekiniye û sozên xwe bicih neaniye. Îqtidara AKP-MHP’ê di hundir de pir asê maye, ji bo ku vê yekê derbas bike pêwîstî bi êrişek derve dibîne. Lê konjonkturel ji bo vê ne guncan e. Dibe ku pirsgirêkên cidî hebin ku dikarin li dijî Tirkiyê jî bizivirin.”    BÊ AMERÎKAYÊ PLAN TÊ KIRIN    Kaya anî ziman ku daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Biden ên li ser gefên Tirkiyeyê yên li herêmê girîng in û wiha got: “Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî trafîkeke dîplomatîk li pêş xistiye. Şandeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demên dawî de bi taybetî serdana DYA-Rûsya û Fransayê kirin û hevdîtinên girîng pêk anîne. Niha tê xwestin ku planek bê Amerîkayê were kirin. Amerîka nebe wê şerek çawa were kirin. Di vê çarçoveyê de taktîkek şer tê birêvebirin. Em dikarin bêjin ku QSD xwe ji bo şerekî amade dike.”    DI BERDÊLA IDLIBÊ DE TIL RIFAT Û ŞEHBA    Li gorî Kaya; Tirkiye bêtir di berdêla Idlibê de herêma Til Rifat an jî Şehbayê dixwaze. Kaya destnîşan kir di bin sedema xwestina Tirkiyê ku van herêman dixwaze fobiya kurdan heye û wiha dewam kir: “Ev herêm ji aliyê stratejîk ve girîng in. Bi destxistina Til Rifat û Şehbayê tê wateya bidestxistina bakurê Helebê. Wekî din, bidestxistina wê herêmê tê wateya dorpêçkirina devera pîşesaziyê ya bi navê Nubl Zehra û devera pîşesaziyê li bakurê Helebê. Ew herêm di bin destê Îranê de ye. Di hevsengiyek wiha de pirsgirêk ne Rûsya ye. Îran dikeve dewrê. Ew ê bibe tiştek ku armanca wê şikandina bandora Îranê ye. Îran vê yekê qebûl nake. Ji ber ku ew bixwe jî dê were dorpêçkirin. Ji aliyekî ve Îsraîl bombebaran dike, lê dorpêça Tirkiyê ya vê herêmê dê Îranê bêzar bike. Ew ne rewşek e ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de were çareserkirin. Tirkiye li hember Riya M4 kete nav bazariyek wiha. Di vê rewşê de, ew nikarin encamek cidî bigirin, ji ber ku faktora Îranê dikeve dewrê.”    PEYAM DIDE TIRKIYÊ    Kaya anî ziman ku leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar di nava hev de ne û beriya hevdîtinên soçî Rûsya bi lêdana leşkerên Tirkiyê dixwaze peyam bide Erdogan.    ‘DIBE KU LI DIJÎ TIRKIYÊ BIZIVIRE’    Kaya destnîşan kir ku tê payîn di rojên pêş de amadekariyên leşkerî çêbibin lê belê niha rewşek sekinî tê xuyakirin û axaftina xwe bi dawî kir: “Demek pir bi rîsk e. Dikare her kêliyê li dijî Tirkiyeyê derkeve û ev rîsk li Tirkiyê bizivire. Ger rejîma Sûriyê êriş bike, dibe. Divê ku ev têkiliyên dîplomatîk hinekî din jî werin rûniştandin. Wê demek wiha biçe. Lê di dawiyê de dê şer derkeve. Lê hîn zû ye ku meriv viya bibêje. Erdogan ji bo blof bike û ji bo berjewendiya xwe bizivirîne gotinên wiha bikar tîne. Dikare êrişên hewayî bike, lê belê êrişên mîna yên sala 2019’an  ji bo Tirkiyeyê wê dijwar bin. Lê berevajî, dibe ku av ji bo Idlibê germ bibe ji ber ku aloziyek cidî heye. Sozên ku Tirkiyeyê bi cih neaniye hene. Ez difikirim ku pevçûnên li Idlibê dê germ bibin.”    MA / Ahmet Kanbal