Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin 2021-10-18 10:59:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Yekineyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku metirsî û pêşbîniyên lihevkirinek mîna li hevkirina Efrînê hene.    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Dewleta tirk tenê li Azerbeycan, Iraq û Lîbya nerawestaye, dixwaze sînorê Tirkiyeyê derbas bike û seltaneta Erdogan ava bike. Di hundirê Tirkiyeyê de çend krîz hene. Mûxalefeta Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê bi giştî dixwazin sîstema faşîst û cîhadîst biguher in. Ji bo ku Erdogan li ser piyan bimîne, tenê siyaseta şer dimeşîne.”    Mehmûd, diyar kir ku ji derveyî şer tiştek di destê desthilata Erdogan de nemaye û wiha domand: “Metirsî heye ku Erdogan rewşek şer ragihîne, heta ku rewşek awarte li hundirê Tirkiyeyê jî ragihîne. Ji derveyî şer tiştek di destê desthilata Erdogan de nemaye.”   Mehmûd, bal kişand ser helwesta hikûmeta Sûriyeyê ya li hemberî gefên Erdogan û dewleta tirk û diyar kir ku hikûmeta Şamê li hemberî bêpersiyartiye, ji ber ku naxwaze biryraek serbixwe bide û naxwaze çareseriyê ji bo rewşa Sûriyeyê pêk were, di heman demê de hikûmeta Sûriyeyê bi din bandoriya berjewendiyên Rûsya û Îranê de tevger dike û wiha pêde çû: “Rûsyayê gavek berçav a di berjewendiyên gelê Sûriyeyê de  ji bo rewşa Sûriyeyê neavêtiye. Berjewendiyên xwe li ber çav digire.”   Di berdewamê de Mehmûd, pêşbînî kir ku mîna Efrînê lihevkirinek metirsîdar pêk were û axaftina xwe wiha domand: “Di demek nêzî 10 salên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de di her êrişekê de di çarçoveya mafê parastina rewa de, em mafê xwe bikar tînin. Me ti demî êriş ti aliyan nekiriye. Ti deman jî dagirkerî, çete, DAIŞ, Qaîde û paşmayên terorê yên li nêzî Erdogan û Tirkiyeyê qebûk nakîn.”   Li gorî daxuyaniya QSD’ê, di nava 6 mehên borî de, dewleta tirk a dagirker bi çekên giran 306 êriş li ser herêma Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir, Zirgan û riya M4 û hin herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk aniye. Di heman demê de 16 êrişên hewayî pêk hatine û di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.