Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin 2021-10-18 15:40:24   STENBOL - ESP’ê ji bo doza Komkujiya Pirsûsê ku di 22’ê Cotmehê de dê li Rihayê were dîtin, banga xwedîlêderketinê kir.    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) beriya danişîna doza Komkujiya Pirsûsê ku di 22’ê Cotmehê de dê li Rihayê were dîtin li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Endamên Însyatîfa Malbatên Pirsûsê û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) beşdarî daxuyaniya li avahiya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hat lidarxistin bûn. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Em kiryaran nas dikin, Doza Pirsûsê nikare were girtin” hat daliqandin.    ‘DIXWAZIN DOZÊ BIGIRIN’   Xizmê Hasan Ocak ê di binçavan de hat windakirin Huseyîn Ocak diyar kir ku dixwazin dosyaya dozê bigirin û wiha got: “Beriya niha bi biryara Meclîsê gelek doz demên wan hatin borandin. Em ê her tim şopdarên vê dozê bin. Bi taybetî Pirsûs, ji bo hemû komkujî derkevin holê em di nava xebatên pêwîst de ne.”    BANGA JI BO DOZÊ    Yek ji Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Mûrat Bûdak jî êrişa DAIŞ’ê ya ser mîtînga Amedê bi bîr xist û wiha got: “Weke em li gel 33'yan bin, em dizaninin em ê vê pergala faşist bi hev re hilweşînin. Em dê runiştina xwe ya nobeta edaletê berdewam bikin. Em raya giştî vedixwînin danişîna xwe ya 22 'ê Cotmehê.”   FAÎL DERNEKETIN HOLÊ   Yasîn Can ê di êrîşa Pirsûsê de birîndar bûbû destnîşan kir ku di dîroka welêt de gelek komkujî pêk hatine û ji rayedaran re got: “Eger we em qetil kiribin, ji me re bêjin. Eger we em nekuştibin, ji pêşiya van bendên rê û barîkatên xwe rakin ku em kujeran bibînin. Em wan derxînin li pêş edaletê hesabê jê bipirsin. Failên cînayetên siyasî derneketine holê. Denîz Poyraz mînaka vê yekê ye.”   JI BIRYARA AYM’Ê RE NERAZÎBÛN   Hevseroka SGDF’ê Yaren Tuncer jî da zanîn ku 6 sal in têkoşîna edaletê didin û wiha axivî: “Dadgeha Destûra Bilind (AYM) hevrêyên me yên di vê komkujiyê de şehîd bûn sûcdar îlan dike. Bi girtina malbatên şehîdên me têkoşîna edaletê asteng dike. Bi vê yekê Komkujiya Pirsûsê digirin ser xwe. Em ji bo her kesî banga edaletê dikin. Em ji darizandinên wan edaletê hêvî nakin.”   HELWESTA POLÎTÎK   Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî bertek nîşanî biryara AYM’ê da û wiha got: “Em şûna pêvajoyeke qanûnî bi pêvajoyeke siyasî re rûbirû ne. Ahmet Davûtoglû yê wê demê Serokwezîr bû jî berpirsyariya komkujiyê girt ser xwe û ji wan re got 'ciwanên bi hêrs'. Eşkere ye ku hevrêyên me yên li Pirsûsê me winda kirin çawa li vî welatî weke dijminê rejîmê tên dîtin.” Tumuklu diyar kir ku li hemberî vê rewşê divê em helwesteke siyasî were nîşan dan û got: “Divê em vê têkoşîna edaletê bi rengekî antî-faşîst, bi rengekî bingehîn bi rê ve bibin. 33 rêwiyên hêviyê ji bo yekîtiya gelên vî welatî, ji bo yekîtiya gelê tirk-kurd çûbûn wê derê. Li dijî DAÎŞ û hevkarên wê çûbûn wê derê.”