Doza Kobanê: Hûn 6 sal sekinîn, çima hûn niha ecele dikin? 2021-11-29 14:17:41   ENQERE - Endamê Desteya Rêveber (MYK) a berê ya HDP'ê Bulent Parmaksiz ê ji doza Kobanê tê darizandin, ji serokê dadgehê pirsî, "Hûn 6 sal li benda vekirina dozê man, çima hûn niha ecele dikin?"   Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, dest pê kir. Danişîn li Eywana Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye tê lidarxistin.    Di danişînê de ewilî parêzer Zeynep Sedef Ozdogan bal kişand ser parastina miwekîl û parêzeran û got heke ev doz nebûya wê îro hewceyî bi parastinek wiha jî nedîtina.    DI REWŞÊN AWARTE DE JÎ GIRTÎGEH NE WIHA BÛNE    Di danişînê de ewilî ji siyasetmedaran endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz axivî. Parmaksiz ji girtîgeha lê girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parmaksiz parastinê nekir, lê belê hin beyanan anî ziman û bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehê. Parmaksiz destnîşan kir ku tiştên niha wek binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin ji serdemên rewşa awarte jî derbas kirine û di wan serdeman de jî sepandinê wiha nebûne.    ‘ÇIMA HÛN ECELE DIKIN?’   Parmaksiz anî ziman ku ji bo vekirina dozê 6 sal li bendê mane û wiha got: "Çima hûn niha lez dikin ku dozê bi dawî bikin? Zext li ser we heye, haya min jê heye. Em nikarin te bi tenê bikin guhenkarê vî sûcî. Hûn jî mexdûrê vê zilmê ne, lê hûn parçeyek ji amûrê zilmê ne. Hûn baş dizanin ku ev pêvajo bi vî rengî naçe. Di pergala kapîtalîst a heyî de hiqûq di nava sînorên siyasetê de ye û divê berjewendiyên xwe hesab bike. Lê tiştekî wisa heye ku sînorên qanûnê berfireh bikin. Îqtidar bi wan sozan razî bûye. Lê tevlêbûna siyasetê her ku diçe zêde dibe. Hûn nikarin tiştek ku ji hêla siyasî ve ew qas asê maye bidomînin.”    ‘REJÎM DIXWAZE SIYASETÊ LI GORÎ XWE DÎZAYN BIKE’    Parmaksiz daxuyaniyên rayedarên îqtidarê ji bo dozê bi bîr xistin û got: “Armanc tenê ne têkbirina HDP’ê ye, dixwazin bi ser me re li muxalefetê bidin. Ev rejîm dixwaze siyasetê li gorî xwe dîzayn bike. Armanca we ya ku hûn dixwazin zû zûka vê dozê bi dawî bikin ev e. Lê gelo çima hûn ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bisepînin ecele nakin? Dîsa dipirsim hûn çima 6 salan sekinînin? DMME’yê bi xwe got daxuyaniya MYK’a HDP’ê azadiya îfadekirinê ye. Lê hûn vê biryarê bicih naynin.”    Piştî axaftina Parmaksiz, serokê dadgehê saetek navber da danişînê. Piştî navberê wê danişîn berdewam bike.