Parêzerên Doza Kobanê, Tahîr Elçî bi bîr anîn 2021-11-29 14:44:41   ENQERE – Parêzerên ku Doza Kobanê diparêzin di navberdayîna danişîna 7’emîn a dozê de Tahîr Elçî bi bîr anîn û gotin ew xwedî li mîrateya Elçî derdikevin.    Parêzerên siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin li ber Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ku doz lê tê lidarxistin, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûra Amedê hat kuştin, bi bîr anîn. Parêzeran di navberdayîna danişîna 7’emîn a dozê de li ber Eywana Danişîna li Kampûsa Girtîgehê daxuyanî dan.    XWEDÎ LI MÎRATEYA ELÇÎ DERDIKEVIN    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Tahîr Elçî aktorek girîng ê mafê mirovan bû û wî xwe dabû têkoşîna mafê mirovan. Nahît Eren destnîşan kir ku ew ê xwedî li mîrateya Tahîr Elçî derkevin û heke Elçî îro hebûya wê ji bo Doza Kobanê jî banga beşdariyê bikira. Eren got ew carek din Elçî bi rêzdarî bibîr tînin.    LI SER ŞOPA ELÇΠ   Pişt re jî Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel, Serokê Baroya Mêrdînê Îsamîl Elîk, Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol, Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses, Serokê Komeleya Hiqûqzanên Hemdem yê Duyemîn Umît Buyukdag, Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Îlknûr Alcan jî ji bo bîranîna Tahîr Elçî axivîn û destnîşan kirin ku ew ê li ser şopa Elçî têkoşîna xwe ya edalet, mafê mirovan û hiqûqê bi rê ve bibin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Tahîr Elçî nemirî ye” bi dawî bû.