Hat angaştkirin ji bo dayîna bertîlê erd difiroşe 2021-11-29 14:59:05   AMED - Malbata Karaaslan ku xizmên wan hatin kuştin, li ber Edliyeya Amedê daxwaza girtina faîlan kir û angaşt kir ku sercerdevanê kujer ê hatibû anmgaştkirin bi 10 milyon TL'yî hatibû berdan jî ji bo dayîna bertîla pê hatiye berdan erdê daye firotinê.    Di 18'ê tîrmeha 2020'an de li gundê Kagitli yê navçeya Bismil a Amedê, sercerdevan Mahmût Karaaslan bi 5 kurê xwe re êrişî hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik (61) û kurê wê Kadîr Karaaslan (26) kiribû û ew kuştibûn. Ji ber vê bûyerê doz li Karaaslan û zarokên wî hatibû vekirin û ji ber kuştina 2 kesan û hewldana kuştina 8 kesan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan ku ew jî mîna wî cerdevan e hatibûn girtin. Lê beriya demekê derketibû holê ku sercerdevan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan bi 10 milyona TL bertîl hatine berdan. Li ser vê yekê zarokên Şik ên din û xizmên wê li pêş Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.    HATIN BER EDLIYEYÊ   Malbata Şik, îro jî bi daxwaza edaletê hat pêş Edliyeya Amedê û dest bi çalakiya rûniştînê kir. Ferdên malbatê, di çalakiyê de doıvîzên "Bertîl girtin û kujeran berdan" , "Me bi keleşê gule baran kirin, bertîl dan hatin berdan" , "Ewlehiya canê me tune ye, kujeran berdan" hil girtin. Malbatê, angaşta xwe ya berdana Mahmût Karaaslan û kurê wî Sîdar Karaaslan a bi 10 milyon TL'yî dubare kir û destnîşan kir ku ji ber berdana faîlan ewlehiya canê wan nemaye.    SOZ NEHATIN GIRTIN   Bûka Hamdiye Şik a di êrişê de hat kuştin Fatma Karaaslan, diyar kir ku bi hin rayedaran re hevdîtin kirine, ji wan re gotine ku wê gav biavêjin, lê rexmî ku hefteyek navber dane çalakiya xwe jî tu gav nehatiye avêtin û ji ber vê careke din dest bi çalakiyê kirin.    JI BO DAYÎNA BERTÎLÊ ERDAN DANE BER FIROTINÊ   Di berdewamê de Karaaslan, angaşt kir ku ji bo dayîna bertîla pê hatiye berdan sercerdevan Mahmût Karaaslan beşeke erdê xwe daye ber firotinê.    Karaaslan, da zanîn ku heta faîlên hatine berdan careke din neyên girtin wê çalakiya xwe bidomînin.