Du cezayê dîsîplînê yên nû li Ocalan hatine birîn 2021-11-29 15:24:05 STENBOL - Dadgha Înfazê ya Bûrsayê serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ji bo "hevdîtina lezgîn" bi hinceta qedexeya 6 meh hevdîtina parêzeran û 3 meh hevdîtin malbatê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan red kiriye.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 22'ê Mijdarê de bi daxwaza "Bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina lezgîn" û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di bin şert û mercên tecrîda giran de li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandin ku ev 8 meh in agahî ji Ocalan û 3 muwekîlên wan din nayê girtin û derbarê jiyan û tenduristiya wan, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî û tedbîrên din ên weke şewbê de tu agahî tine. Parêzeran ji dadgehê xwestin ku "rewşa negirtina agahiyan bi dawî bibe" û bi muwekîlên xwe re têkiliya fîzîkî deynin.    6 MEH QEDEXE DANÎNE PÊŞIYA PARÊZERAN    Serlêdana parêzeran hat redkirin. Bi vê redkirina serlêdanêre derket holê ku derbarê Ocalan de du cezayên nû yên dîsîplînê hatiye dayîn. Dadgeha Înfazê hêceta redkirina serlêdanê birîna cezayê dîsîplînê ku di 12’ê cotmehê de li Ocalan hatiye birîn nîşan da.   3 MEH HEVDÎTINA MALBATAN HATIYE QEDEXEKIRIN    Dadgehê her wiha serlêdana daxwaza hevdîtina malbatan jî bi hêceta k udi 18’ê tebaxê de hevdîtina malbatê hatiye qedexekirin nîşan da.    HÊCETA CEZAYAN NEHATIYE NÎŞANDAN    Dadgehê derbarê lêpirsînîn dîsîplînê û cezayên hatine dayîn ku bûne sedema qedexey 6 mehan hevdîtin parêzeran û 3 mehan hevdîtina malbatan hêcet nîşan nedaye.    HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN    Serdozgeriyê di 23’ê Îlona 2020'an de, bi hinceta “Nexşerêya" Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabû Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di Çileya 2021'an re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Ocalan.    Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.   HEVDÎTINA DAWÎ DI 25'Ê ADARÊ DE BÛ   Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.   MA / Ferhat Çelîk