HDP'ê li Dersimê starta kongreya xwe da 2021-11-29 15:30:02   DERSIM - Rêxistina HDP'ê ya Dersimê, starta 4'emîn kongreya xwe ya di meha kanûnê de pêk bîne da.    Rêxistina HDP'ê ya Dersimê, starta 4'emîn kongreya xwe ya asayî ya di meha kanûnê de bi şîara "Ji bo jiyaneke bi rêxistinkirî tev bi hev re" pêk bîne, li avahiya xwe bi civîneke çapameniyê da. Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HDP'ê Mûrat Aydin, di civînê de axivî û diyar kir ku di demeke ku jin tune tên hesibandin, cihêkarî li ciwanan tê kirin û esnaf dikanên xwe digirin û birçî dimînin de ew ê kongreya xwe pêk bînin û ev tişt got: "Li dijî pirsgirêkên li welat dê bi piştgiriya gel bersvi ji pirsgirêkan re bên dîtin. Em bang dikin ku herkes bi awayekî hêz tevlî kongreyê bibe."   Parlamenterê HDP'ê yê Bajar Alîcan Onlu jî destnîşan kir ku wê kongreya xwe ne tenê bi armanca pêkanîn prosedurên fermî pêk neynîn û wiha got: "Ji ber rola ku ji aliyê gel ve ji HDP'ê re hatiye diyarkirin, em ji bo hê bêtir demokratîkbûna welat xebatên kongreyê dikin."