Li Edliyeya Amedê pevçûn derket 2021-11-29 16:16:17   AMED - Li Edliyeya Amedê, di navbera xizmên kesekî ku dihat darizandin û polisan de pevçûn derket.    Li Edliyeya Amedê, di danişîna dozeke edlî de bi angaşta ku pirsgirêkan derkexistine polisan mudaxaleyî xizmên kesê dihat darizandin kirin. Xizmên bersûc bi zorê ji edliyeyê hatin derxistin. Ji ber ku polisan bi ço êrişî wan kirin xizmên bersûc bi ser polisan de beziyan. Di encama mudaxaleya hêzên çevîk de xizmên bersûc ji ber edliyeyê çûn.