Piştgiriya Nobeta Edaletê mezin dibe: Wê çalakî bigihe armanca xwe 2021-11-29 16:34:33   AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ku serdana Nobeta Edaletê kir wiha got: “Qet xwe tenê hîs nekin, her kes bi we re ye. Wê çalakiya we bigihe armanca xwe.”   Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin, ji bo balê bikişînin ser rewşa wan li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 14'an de berdewam dike. Îro dayika Şîvekar Ataş a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê tê ragirtin, Rabîa Ataş jî beşdarî çalakiya nobeta edaletê bû. Endamên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛAY-DER), Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê, Şanoya Bajêr a Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), îro serdana malbatên girtiyan kirin.    PEYAMA PIŞTEVANIYÊ    Perwerdekarê Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê Celal Ekîn, diyar kir ku zextên li ser girtiyan pirsgirêka herkesê ye û wiha got: “Zextên desthilatê yên li ser civakê her ku diçe zêde dibin. Divê em bi hev re bibin bersivê van zextan. Em ji îro pê ve her roj bi we re ne. Em ê her roj li vir bin. Em dixwazin hemû girtî bên berdan. Sûcekî wan tune ye. Girtiyên me serî li hemberî zilmê rakirine. Em amade ne piştgiriya ku ji destê me bê bidin.    Ekîn wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Mecbûrin ji vê yekê re bibin çareserî. Elbet wê ev çalakiya we bigihe armanca xwe. Dewlet wê rojekê were cem we. Qasî ku em xwedî li hev derkevin wê yekitiya me xurt bibe û wê ew jî wê mecbûr bimînin werin daxwaz û xwestekên we bipirsin. Qet xwe tenê hîs nekin herkes bi we re ye. Di girtîgehan de her tim tiştên wiha qewimîne.”   DAXWAZA DAYIKAN   Dayika Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Bandirmayê tê ragirtin, Fevziye Kolakan, destnîşan kir ku ji bo hemû girtiyan çalakiya xwe didomînin û wiha axivî: “Demekî dirêje ez nikarim biçim hevdîtinê. Cergê hemû dayikan dişewite. Carna em ditirsin ku agahiyeke nebaş bigirin. Em ji bo edaletê li vir in. Em jî gelek pîr û nexweş in. Temenê me di riyên girtîgehan de derbas bû. Daxwaza me ewe ku ji girtîgehan cenaze dernekevin.” Kolakan pirsa “Kes nayê û pirsa daxwaz me nake” kir û wiha domand: “Daxwazeke me ya ji bilî aştî û edaletê tune ye. Bila dewlet were bibîne. Bila hemû dinya bibîne.”   BANG LI MALBATÊN GIRTIYAN KIR   Xizma Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, Încî Guler Altindag jî bertek nîşanî dermankirina girtiyan a bi kelemçe da û wiha got: “Ji bo ku ev pirsgirêk werin çareserkirin em liv ir in. Em ê edaletê bînin. Îro em ji bo ziman û nasnameya xwe di girtîgehan de ne. Lê em vê zilmê qebûl nakin. Heta dawiyê wê çalakiya me bidome.”   Xizma girtiyan Reşayet Ada jî destnîşan kir ku 14 sal jî derbas bibin wê çalakiya me bidome û wiha bang li girtiyan kir: “Bila hemû malbat werin piştgiriyê bidin me. Heta ku daxwaza me bi cih neyê em ji vir naçin.”   ‘EM JI BO ZIMANÊ XWE JÎ LI VIR IN’   Bavê girtiyên nexweş Civan Boltan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin Hakki Boltan jî da zanîn ku ne tenê ji bo girtiyên nexweş ji bo çand û zimanê kurdî jî edaletê dixwazin û wiha axivî: “Ev daxwaza me ya edaletê ji bo zextên li ser çand û zimanê me ne jî. Çand û huner jî para xwe ji neheqiyan digirin. Neheqî li me hemûyan tê kirin. Sedema qeyrana li Tirkiyeyê ya niha, neheqiyên li gelê kurd tên kirin in û hemû jî hêdî hêdî teşhîr dibin.”