Cezayê li Guven hatibû birîn şermezar kirin 2021-11-29 16:37:17   STENBOL - Cezayê ku li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatibû birîn, li Stenbolê hat şermezarkirin.    Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, li pêş avahiya xwe cezayê ku li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû birîn şermezar kir. Di daxuyaniyê de timik dûrişmeyên "Zext nikarin me têk bibin" , "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Ji girtiyên siyasî re azadî" hatin berzkirin. Di çalakiyê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût axivî û diyar kir ku dê zext nikaribin wan têk bibin û weke jin timik têbikpşin. Bûlût, destnîşan kir ku Leyla Guven rûmeta wan e û wiha got: "Em ê timik li wê xwedî derkevin. 22 sal ceza dan Leyla Guven, piştre jî 5 sal ceza danê. Bawer im ku wê bi ken bersiv daye vî cezayî û dengê xwe bilind kiriye. Em ê jî li vir dengê xwe bilind bikin."   ‘HIQÛQA DIJMIN'   Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen jî bi lêv kir ku HDP gel e û ev tişt anîn ziman: "Wê tu zext nikaribe HDP'ê têk bibe. Em timik li pişt Leyla Guven in. Têkoşîneke bi rûmet da. Parlamenterên me bi 'hiqûqa dijmin' dîl tên girtin."