Serokên baroyan ji bo serokê Doza Kobanê gotin: Hûn nikarin darizandinê bidomînin 2021-11-29 16:42:39   ENQERE – Serokên baroyan di Doza Kobanê de li dijî helwesta serokê dadgehê ku bi darê zorê parastinê digire derketin û gotin: “Hûn nikarin bi vî awayî darizandinê bidomînin.”    Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.    ‘KES NIKARE RÛMETA MI BINPÊ BIKE’    Piştî navberdayîna danişînê Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz axaftina xwe domand û got ew ê rûmeta xwe nexin binê piyê tu kesî û ji bo demek maqûl dikaribe parastina xwe bike dem xwest.    ‘HÛN DI BIN BAREK GIRAN DE NE’    Aktîvîsta mafê jinan Aynûr Aşan a ji Girtîgeha Antalyayê anîn Girtîgeha Sîncanê beşdarî danişînê bû. Aşan got ew ê parastina xwe neke û li ser hin xisûsan axivî. Aşan diyar kir ku ew hêvî dikin ku di rêya heqîqet û edaletê de xwedê ji bo dadgehê bibe alîkar û şandeya dadgehê di bin bar û fermanek giran de ye. Aşan got klasorên dosyeyê negihîştiye destê wê û ji bo parastinê xwe amade bike pêdiviya wê bi demek dirêj heye.    Endama MYK’a HDP’ê ya berê Dîlek Yagli jî got ew ê parastina xwe neke û dê pitş re parastina xwe bike.    ‘ME Ê DESTÛRÊ NEDIN’    Parêzerên di danişînê de amade bûn, li dijî helwestên serokê dadgehê derketin û gotin: “Hûn nikarin bi darê zorê kesek ku bêje ez bo darizandinê neamade me, bidarizînin û parastinê jê bixwazin. Em ê destûra w enedin ku hûnê bi vî awayî darizandinê bikin.”   ‘HÛNÊ NIKARIBIN DARIZANDINÊ WIHA BIDOMÎNIN’    Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel axivî û destnîşan kir ku daraz dibêje ku li vir darizandinê dike û got: “Lê belê hûn nikarin li gorî kêfa xwe darizandinê bikin. Tişta hûn dikin ne darizandin e. Em ji we re eşkere dibêjin hûn ji niha pê ve nikarin darizandinê birrê ve bibin.”    ‘HÛN LI GORÎ GOTINÊN HIN KESAN TEVDIGERIN?’    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî xwest ji bo parastinê demek têrkirî ji bo siyasetmedaran were dayîn û got: “Hûn çi dikin? Hûn nû hatine tayînkirin, hûn ne dadgerek xwezayî ne. Berê dadgehên taybet dihatin avakirin û îro we bi awayek taybet pênase nakin. Lê ez bawerim di vê danişînê de tenê qeydên SEGBÎS’ê nayê girtin, hin kes jî li hin cihan temaşe dikin. Hûn dizanin çima ev doz hatiye vekirin. Hemin ku em hemû dizanin, qet nebe li hember mafê parastinê hurmetê nîşan bidin. 320 klasor derketiye hezar klasoran. Ji bo xwendina van klosaran sal têrê nakin. Di navbera celseye de belgeyên nû hatine teblîxkirin. Ji we çend mehan dem tê xwestin. Gelo hûn li gorî gotinên hin kesên ku dibêjin ‘vê dozê biqedînin’ tevdigerin?”    Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol û Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses jî axivîn û destnîşan kirin ku di vê dozê de darizandinek taybet tê birêvebirin û divê ji bo darizandinek adilane divê dema tê xwestin were dayîn.    Danişîn bi axaftina parêzeran berdewam kir.