Ji girtiyê bi koronayê ketiye agahî nayê girtin 2021-11-29 17:24:16   ÎZMÎR - Malbata girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim ê li Girtîgeha Şakranê bi Kovîd-19’ê ketiye, ji ber fikaran serî li ÎHD’ê da.    Malbata girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin diyar kir ku Yildirim di 17’ê Mijdarê de bi vîrûsa koronayê ketiye û ji ber jê agahiyan nagirin bi fikar in. Xizma Yildirim ê 59 salî Turkan Yildirim di 22’yê Mijdarê de ji bo hevdîtinê çû girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê ji Turkan Yildirim re got ku ji ber Yildirim bi koronayê ketiye nikare derkeve hevdîtinê û rewşa wî baş e. Malbat li ser Yildirim di roja telefona xwe ya heftane de telefonî wan nekir, li girtîgehê geriyan. Rêveberiya girtîgehê jî îdia kir ku rewşa Yildirim baş e. Malbatê piştî ku agahiyeke rast ji xizmê xwe negirtin, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê da.    40 GIRTÎ BI KORONAYÊ KETIN   Hevalê qawişê yê Yildirim Mehmet Yavûz jî di 23’ê Mijdarê bi telefonê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku 40 girtî bi koronayê ketine. Yavûz, diyar kir ku rewşa Abdûlbarî Yildirim nebaşe, agahiyê jê nagirin û wiha got: “Abdulbarî korona bi awayekî giran derbas dikir. Rêveberiya girtîgehê ligel ku dizanî jî em bi koronayê ketine dereng mudaxile kir. Ji bilî Abdulbarî rewşa 3 hevalên me yên din jî her ku diçe nebaş dibe. Hewceye ku mirovên hestiyar ên li derve guhdariya me bikin û rewşa me ji rayagiştî re parve bikin.”   AGAHIYÊ NADIN MALBATAN   Xizma Yildirim, Turkan Yildirim jî diyar kir ku piştî malbata Yavûz rewş ji wan re ragihand li girtîgehê geriyan û wiha got: “Tenê ji min re gotin ku rewşa wî baş e. Tiştekî din nabêjin. Ev rewş me dixe nava fikaran. Em dixwazin derbarê wî de demildest agahiyekê bidin.” Yildirim, da zanîn ku xizmê wan beriya 3 mehan ji guatirê emeliyat bûye û wiha berdewam kir: “Nexweşiyên wî yên tuberkuloz, fitika pişte, mîde û çav hene. Normal e ku nexweşiya koronayê giran derbas bike lê ne agadarkirina me nayê qebûlkirin.”   FIKAR ZÊDE DIBE   Yildirim, bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê li dijî hiqûqê tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha ji xeynî ragihandina malbata hevalê AbdulbarÎ me tu agahî negirtine. Rewşa wî çawa ye em nizanin. Bila rêveberiya Girtîgehê dest ji vê bêhiqûqiyê berde. Ev bêberpirsyartiya rêveberiya girtîgehê nayê qebûlkirin. Girtî ne bêxwedî ne.”   ABDULBARÎ YILDIRIM KÎ YE?   Abdulbarî Yildirim di sala 1993’an de li Îzmîrê bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat binçavkirin û piştre hat girtin. Yildirim ê bi cezayê muebbetê yê hefsê hat cezakirin, ewilî birin Girtîgeha Bucayê û piştre jî  bi rêz sewqî Girtîgehên Aydin û Kirikkaleyê hat kirin. Yildirim herî dawî di sala 2018’an de li ser serlêdana malbatê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Şakranê hat kirin. Yildirim ê 28 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, di nav lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire.