HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan 2021-12-05 15:33:34   AMED - Hevserokên HDP'a Amedê, serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin kirin û destnîşan kirin ku li cem malbatan e û peyamên têkoşîna hevpar dan.    Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin ku bi armanca ku bên berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 20'an de berdewam dike. inpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Xizmên girtiyên nexweş Feyziye Kolakan, ÎncÎ Guler Altindag, Hasîna Guler, Reşayet Ada û Hakki Boltan tevlî nobeta îro bûn. Hevserokên HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û gelek endam û rêveberên HDP'a Amedê bi armanca piştgiriyê serdana çalakiyê kirin.    ZEXTÊN LI GIRTIYAN    Di serdanê de xizma girtiyê nexweş Hasîne Guler axivî û diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş ne baş e û wiha got: "Kurê min dibêje daxwaznameyên ku didin bi tu awayî nayên qebûlkirin. Ev rewşeke li dijî edaletê ye. Beriya niha ji bo ku zarokên me bên girtîgeheke nêz me daxwaznameyek dabû lê daxwaza me qet bi cih nehat. Her roj bi ser qawişên girtiyan de digirin. Dema serdanê de tiştên beradayî dikin."   PEYAMÊN TÊKOŞÎNÊ   Hevserok Zeyat Ceylan jî axivî û ev tişt got: "Sekna malbatên girtiyan ji bo me pîroz e. Dayikên me rûmeta me ne. Têkoşîna tê dayîn ne tenê têkoşîna malbatên girtiyan e. Herkesê xwedî wijdan divê li vem malbatan be. Nêzikbûna li hemberî girtiyan ne wijdanî, siyasî ye. Heke em bibin dengê girtiyan wê kes nikaribe vê zilmê bike. Heke em têbikoşin wê girtiyên nexweş tedawî bibin. Neheqiya herî mezin li girtiyên nexweş tê kirin. Girtiyên 30 sal in girtî ne înfazê wan tên şewitandin û nayên berdan. Em ê timik li cem malbatên xwe bin. Heke gelê me dengê xwe bilind bike wê vê nêzikbûnê pêk neynin. Em di encama tgêkoşîna xwe de qezenc bikin."   'FAŞÎZM BISAZÎ BÛYE'   Hevserok Gulistan Atasoy jî destnîşan kir ku heke bê xwestin ku asta demokrasiya welatekî bê hînkirin divê ku li girtîgehên wî welatî bê nêrîn û ev tişt anîn ziman: "Em dibînin ku li girtîgehên Tirkiyeyê faşîzm bisazî bûye. Li hemberî girtiyên siyasî nêzikbûneke cuda heye. Girtina girtiyên nexweş a li girtîgehan ne hiqûqî ye. Ji bo pêşeroja wî faîlê tecawizê Mûsa Orhan negirtî tê darizandin. Lê ev hiqûq ji bo girtiyên siyasî bi awayekî din tê xebitandin. Bi vê pergala înfazê tê xwestin ku cenazeyên girtiyên nexweş ji girtîgehan derkeve."   'TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN DAYIK DIDIN'   Xizmê girtiyê nexweş Hakki Boltan jî wiha axivî: "Em ji bo herkesî daxwaza edaletê dikin. Daxwaza me ji bo tevahiya welat e. Divê herkesên ku li edaletê digerin piştgirî binin nobetê. Ji hêla dewletê ve heta niha nehatiye pirskirin ku em doza çi dikin. Li vir têkoşîna herî mezin dayik didin."