Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin 2021-12-05 19:18:33   ENQERE - Lijneya Asayî ya 36'emîn a TBB'ê bi dawî bû û ji bo serokatiya TBB'ê Serokê Baroya Enqerê Erînç Sagkan hat hilbijartin.     Lijneya Asayî ya 36'emîn a Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ku duh dest pê kiribû, bi hilbijartina serokatî û lîjneya rêveberiyê yekitiyê bi dawî bû. Di encama hilbijartina ku li lijneyê hat kirin de ji bo serokatiya TBB'ê Serokê Baroya Enqerê Erînç Sagkan hat hilbijartin. Di hilbijartinê de 348 delegeyan deng bi kar anîn. Sagkan dengê 181 delegeyan girt û hevrikê wî Metîn Feyzîoglû jî dengê 159 delegeyan girt. Bi vê encamê Sagkan bi ser ket û dema hevrikê wî Fevzîoglû ya li yekitiyê bi dawî bû.