Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e 2021-12-06 09:06:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê HDP'ê yê HerêmaKurdistanê Hîkmet Hatîp, diyar kir ku PDK bi daxwaza Tirkiyeyê endamên wan dersînor dike û ev tişt got: " PDK dibêje ew kurd û Kurdistanî ne, lê ev tenê di gotinê de ye. Di pratîkê de hewl dide ku herkesê ku kurd û Kurdistanî difikire ji başûr derbixe û Kurdistanê bê kurd bihêle."  Li Herêma Kurdistanê, qrîzên di qadên aborî, siyasî û civakî de her ku diçe kurtir dibin. Ji aliyê gelek derdoran ve sedema vê qrîzê hikûmeta heyî û rêveneberina welat tê nîşandin. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku li herêmê li desthilatê ye, di neçareserkirina qrîzan de israr dike û erişî hêzên demokratîk ên li herêmê dike. Ji ber vê helwesta PDK'ê, li herêmê ji karmendan heta xwendekaran bertekên li dijî hikûmetê zêde dibin. Lê belê hikûmet guh û çavên xwe ji van nerazîbûnan re digire. Li herêmê, PDK'ê siyasetmedarên bakurê Kurdistanê jî hedef digire û erîşan dibe ser wan. Heta niha 14 endamên HDP'ê ji aliyê asayişa PDK'ê ve hatine dersînorkirin. Ji van 14 kesan 6 jê ji Hewlerê û  8 jê jî ji Duhok û Zaxo hatine dersÎnorkirin. Derbarê van erîşên li dijî siyasetmedarên HDP'î de Nûnerên HDP'ê yên Herêma Kurdistanê Hîkmet Hatîp axivî û nirxandinan kirin.    14 ENDAMÊN HDP'Ê HATIN DERSÎNOR KIRIN    Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Hîkmet Hatîp, diyar kir ku Asayîşa PDK'ê bê hincet heta niha gelek endamên wan ji herêmê derxistine û wiha axivî: "Di van 3 salên dawî de li Hewlerê heta Silêmaniyê Mehmet Vefa, Hasan Kaçar, Ûmût Ozturk, Servet Akdenîz, Ferhat Bariş Kondû, Sîraç Suer hatin derxistin û ber bi herêmên din ve sirgûn kirin. Dîsa ji Dihok û Zaxoyê 8 kes sirgunî Silêmaniyê û hinek jî sirgûnî Rojava kirin. Dîsa hevalê me Nîmet Guneş salek zêdetir e di girtîgehê de ye û 7 sal ceza lê hatiye birîn. Di heman demê de tê  xwestin ku hevalê me Gungor Alp jî ji Hewlerê bê derxistin. Hemû hevalên me ji ber cezayên xwe yên Tirkiyeyê hatin Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin ev hevalên me dîsa li welatê xwe bi  sirgûnê dijîn. Bi rastî jî tu sedemeke wan a derxistinê tune ye.  Bi taybetî jî ji bo derxistina Hasan Kaçar tu hincetên wan tune ye. Hevalên me yên din jî bi heman hincetê dixwazin bên derxistin û tên derxistin. PDK dibêje ew kurd û Kurdistanî ne. Lê ev tenê di gotinê de ye.Di pratîkê de hewl dide ku herkesê ku kurd û Kurdistanî difikire ji başûr derbixe û Kurdistanê bê kurd bihêle. Ev polîtîkaye nîşana hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ye."    'SÎXÛRTÎ LI ENDAMÊ ME TÊ FERZKIRIN'    Di berdewamê de Hatîp, da zanîn ku gef û ferzkirina sîxûrtiyê li endamên wan tê ferzkirin û ev tişt anîn ziman: "Bêguman PDK daxwazên AKP û MHP'ê bi awayekî bêkêmasî pêk tîne .Polîtîkaya qirkirina siyasî û binçavkirinê ya pergala dewleta tirk a li ser HDP'ê li Kurdistanê jî bi heman rengî tê meşandin. PDK bi heman polîtîkayên çewisandinê sîxurtî û gef xwarinê li ser HDP’yiyan dide meşandin.  Hete niha Asayîşa PDK'ê bang li gelek endamên me kirine ku biçin li cem wan bixebitin û ji wan re sîxûrtiyê bikin. Li dijî van polîtîkayan em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em çawa ku li dijî AKP'ê tedikoşin em ê li dijî PDK'ê jî li ber xwe bidin û nehêlin ku ev polîtîkayên bêdengkirinê encam bigirin."      'PDK KIRYARÊN TERORÎ DIKE'   Endamê din ên HDP'a Hewlêrê Redûr Penaber  jî diyar kir ku PDK li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevdigere û ev tişt gotin:  "Weke ku hûn ji dizanin siyasetmedarên kurd ên ceza girtine li şûna biçin Ewropayê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. PDK bi tifaqa xwe ya bi dewleta tirk re li hemberî siyasetmedaran kiryarên terorî dike. Beriya niha asayîşa PDKê hevserokê navçeya Ebexê hevalê me Metîn Adûgît binçav kir û piştre şehîd kir. Heta niha gelek hevalên me dersînor kirine û ev hewledanên wan hê jî didomin. Bi kurtasî hemû hevalên me yên ku dadgehên dewleta tirk ceza li wan biriye, dixwazin ku dersînor bikin."     'KURDISTANÊ JI KURDAN VALA DIKE'    Penaber, bi lêv kir ku PDK bi erîşkirinê dixwaze dengê rêxistinên demokratîk qut bike û axaftina xwe wiha domand: "Ew hevalên me yên sîxurtiya PDK'ê û hevkarê wê dewleta tirk qebûl nekirine û vîna xwe radestî wan nekirine tên dersînorkirin. PDK li herêmên xwe siyasetmedarên kurd weka xetereyekê dibîne. Li herêmê polîtîkayên weka bêvînkirin û girtinê yên şerê taybet dide meşandin. Dijminahî wan a li dijî PKK'ê çavên PDK'ê kor kiriye. Bipere siyasetmenderên kurd nikare desteser bike. Ji ber vê jî serî bi van rêbazên kirêt dide. PDK bi van polîtîkayên qirêj bi awayekî fiîlî piştgiriyê dide konsepta dewleta tirk a  tesfiyekirina kurdan. Dixwaze hemû destkeftiyên kurdan ji holê rake û dest deyne ser şoreşa Rojava. Her wiha dixwaze rêxistinên hêza xweser ên li Mexmûr û Şengalê hatine avakirin ji hev belav bike. PDK ji kurdên zana û rêxistinkirî ditirse û ji ber vê jî hewl dide Kurdistanê ji kurdan vala bike."    'EWLEHÎ TUNE YE'    Di dawiya axaftina xwe de Penaber, da zanîn ku li herêmê ewlehiya siyasetmenderên bakûr di xetereyê de ye û ev tişt got: "Ji ber van polîtîkayên PDK'ê yên qirêj li Başûrê Kurdistanê ewlehiya siyasetmedarên kurd tune ye. Jiyana wan di xetereyê de ye. Binçavkirin, çavtirsandin û şikandina îradeya mirovan bûye rûtîn. PDK hezek ne kurdistanî ye, hezeke tarî û birakujiyê ye."    MA / Zeynep Dûrgût