'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’ 2021-12-06 09:06:05 RIHA - Xelkê Rihayê ku AKP'ê ji krîza aborî berpirsyar dibîne, diyar kirin ku çareserî vegera demokrasiyê ye. Krîza aborî ya ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û zêdebûna dovîzê kûrtir bû, gel bi feqîriyê re rûbirû maye. Di van rojên dawî de her tişt biha bûne û dibin. Ji bo firotina gelek berheman li hin bazaran kotayek hate danîn. Me li kuçe û cadeyên Rihayê rewşa aborî ji xelkê pirsî. Xelkê Rihayê diyar kirin ku sedema bingehîn a krîzê hikûmeta AKP'ê ye û çareserî jî "dawîkirina rejîma yek zilamî û vegera demokrasiyê ye.”    NIKARE NANÊ HIŞK JÎ BIKIRE!   Astengdar Alî Bîngul (56) ê ku me li Qada Haşimiye ya navçeya Eyyubiyeyê rweşa aborî jê pirs kir diyar kir ku ev 2 sal in bêkar e. Bîngul anî ziman ku yekane sedema krîza aborî ya li Tirkiyeyê hikûmeta AKP'ê ye û got: "Ew bi mûçeyên zêde dijîn, ji me re jî dibêjin bi 2 hezar TL'yan pêdiviyên xwe bi cih bînin. Mesrefa jiyanê heye. 5 nifûsên min hene. Ez nikarim nanê hişk bikirim. Ez çûm kirînê, min tenê 2 îsto kirîn. Ev ji ber ku ew di destpêkê de ne. Divê sed hezar TL mûçe negirin. Ji gel re dibêjin 'em bi hev re ne'. Min dişînin leşkeriyê, bac ji min distînin, lê dema ez dibêjim birçî me, kes napirse ka ez çawa me. Kesên hatine ser desthilatdariyê bila berîkên xwe tije nekin. Ma ev heqê Xwedê ye ku ez 3 hezar TL bistînim? Ez ê vî meaşî werbigirim û ewqas jî bacê didim. Gelo ev yek dibe? Heger wisa bidome dê gel li hev bicive. Çareserî jî ew e ku kesên berpirsyar ji ser desthilatê biçin.”    ‘NIRXÊ LÎREYÊ TIRK NEMAYE’    Îbrahîm Diş (19) ê ku li kolana Mevlevîhane diçû danûstandinê jî bal kişand ser bihabûna dolarê û destnîşan kir ku berpirsyar dewlet e. Dîş anî ziman ku ew di ciwaniya xwe de weke ku dixwaze nikare tiştek bikire û wiha got: “Em bi dolaran nakirin, lê dolar buhayê her tiştî diyar dike. Êdî qîmeta TL nemaye. Divê rayedar demildest vê rewşê çareser bikin. Ciwan êdî naxwazin li Tirkiyeyê bimînin. Weke ciwanekî ez nikarim xeyalan bikim. Ez bawer nakim ku piştî vê gavê rewş baştir bibe. Mûçeyên hindik didan, ez ji kar derxistim, 4 meh in ez bêkar mam. Ez li karekî digerim. Ez tenê 5 salan çûm dibistanê ji bo debara malbata xwe bikim min dest ji dibistanê berda. Min got ez ê bixebitim û alîkariya malê bikim, lê ez bêkar mam.”   ‘HER TIŞT BIHATIR DIBE’    Em li ser cadeya Baliklîgolê bi Ahmet Koçoglu yê teqawît bûye rast hatin û diyar kir ku 2 hezar û 200 TL teqawidiyê distîne û got: "Ez ê bi vî meaşê çawa xwe xwedî bikim? Her tişt biha kirine û bihatir dibin. Par ji sedî 20 mûçeya herî kêm zêde kirin, lê her tişt ji sedî 30-40 zêde bû. Ev çi ferman e?”   ‘DIVÊ EM VEGERIN MODELA DEMOKRASIYÊ’    Koçoglu bal kişand ser daneyên fermî yên enflasyonê yên ji aliyê Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) ve hatine ragihandin ne rast in û got: “Eger dibêjin enflasyon %20-21 e, çima her tişt ji sedî 30-40 zêde dibe? Bila bi rêjeya enflasyonê rabe. An jî mûçeya herî kêm bi qasî ku tê zêdekirin zêde bikin. Ez jî cotkar im, gubreya ku min par bi 3 hezar TL kirî îsal bû 12 hezar TL. Mazot her roj biha dibe. Li cîhanê tu welatek mûçeya herî kêm di bin sînorê birçîbûnê de nade, lê em didin. Sedema vê krîzê diyar e, lê em ditirsin ku bibêjin jî. Sedema vê jî tenê ew e ku rayedaran dev ji demokrasiyê berdan e û ber bi rejîma yek zilamî ve diçin. Lê belê ev krîz wê bi vegera demokrasiyê bi dawî bibe.”   ‘DEWLEMEND DEWLEMENDTIR DIBIN’    Ahmet Demîr ê ku bi salan e li Qada Haşimiye esnafiyê dike jî diyar kir ku dawiya krîza aborî di destê gel de ye. Demîr destnîşan kir ku gel bi rêveberiya xwe dikare li dijî krîzê têbikoşe û got: "Gel nikare xwe bi rê ve bibe. Sedema krîza aborî bi polîtîkayên faîzên bilind ve girêdayî ye. Tirkiye ber bi îflasê ve diçe. Di dema krîzê de dewlemend dewlemend bûne û feqîr jî feqîr bûne. Li Rihayê ji Nemrûdê û vir ve dewlemend dewlemend bûne."   MA / Emrûllah Acar - Mujdat Can