Çîroka aşê sed salî 2021-12-06 09:06:06 DÊRSIM - Aşê kevintirîn ê li Hozatê ku şahidiya komkujî û berxwedanê kiriye, tevî bêxweyîtiyê jî hê li ser piyan e. Aşê avê yê dîrokî yê li gundê Incixa yê navçeya Hozatê ya Dêrsimê, bi stûnên ji dara gûzê sed sal in li ser piyan e. Ev aşê li gundê Incixa yê 13 kîlometre dûrî navçeya Hozatê dîroka çêkirina wî bi esehî nayê zanîn. Sedema vê yekê jî di sedsala 20'î de her tim guhertina demografiya herêmê ye.    Şêniyên herêmê dibêjin, xwediyê vî aşî şêniyekî gund ê bi navê “Kekê Axa” ye ku beriya 1920'î li vî gundî jiyaye. Dîsa li gorî gotinên şêniyan, Kekê Axa di operasyonên dewletê de tê kuştin ku ev operasyon di navbera 1908-1915'an de li Dêrsimê hatine kirin. Piştî kuştina Axa hevsera wî Anê Xatûn aş dixebitîne. Lê piştî qirkirina 1937-1938'an ji Anê Xatûn agahî nayê girtin.      ŞAHIDÊ DÎROKÊ!   Piştre Elîkê Îbo yê ji gundê Torûtê aşê dixebitîne. Ev aşê ku êdî bi navê Elîkê Îbo tê nasîn, yek ji wan aşan e ku ji ber şewitandina gundan (salên 1990î) tê girtin.    Aş ji salên 1990'i ve vala ye û li jora herêma Avzêman a bi qasî 2 kîlometreyan dûrî gundê Incixa ye. Hewşa aşê jî heye û dûwarên hewşê bi keviran hatiye çêkirin û têde darên fêkî û spîndaran hene. Hê jî dûwar zexm in. Beşeke tawanê aşê yê ji xweliyê, ji bêxweyîtî hatiye xwarê lê stûnên wê yên ji dara gûzê hatine çêkirin û geranê wê zexm in. Her wiha şopên ciha avê yên aşê jî hê bi temamî winda nebûne.    HÊ JÎ TÊ XEBITANDIN   Şêniyên gundên Kilîse, Sorpiyan, Bargînî, Ênîsipî, Hidirdami û Incixa bi dehan salan genimê xwe li vî aşî didan hêrandin. Hin şênî hê jî vê derê bi kar tînin; xwarin û çaya xwe li ser kuçik çêdikin.   MA / Cengîz Ozbasar