Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê 2021-12-06 09:06:07 STENBOL - Endamê Yekitiya ji bo Demokrasiyê Mûrat Buyukkarabacak, xwest ku hêzên demokrasiyê parçebûna nav xwe bi dawî bikin û bên gelhev. Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), li ser banga dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turman, bi hatina gelhev a zêdetirî 100 ronakbir û endamên rêxistin, platform, înîsiyatîf û saziyan hat avakirin û 5 sal li pey xwe hişt. Yekitî, bi armanca hatina gelhev a hêzên demokrasiyê hat avakirin û di 23'ê cotmeha 2016'an de bi "Lijneya Demokrasiyê" dest bi xebatên xwe kir. Piştî avabûna xwe Yekitiyê, di nav demê de di qadên mîna Rewşa Awarte, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, Pergala Serokatiyê, Azadiya Baweriyê û Aştiyê de têkoşîn da.    Yekitiya ku li ser bingeha welatîbûna wekhev, azadiya ol û baweriyê diparêze wê di 7'ê kanûnê de 6'emîn salvegera damezrandina xwe pîroz bike. Wê salevegera Yekitiyê bi şîara "Wê av rêya xwe bibîne" li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a li navçeya Şîşlî ya Stenbolê bê pîrozkirin. Wê di pîrozkirinê de mafê axaftinê ji kesên ku di nav qadên cuda, rêxistin, platform, înîsiyatîf û saziyan de cih digirin re bê veqetandin. Dê di pîrozkirinê de Koroya Dostan a Rûhî Suhî jî derkeve ser dikê.   Endamê Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Mert Buyukkarabacak, derbarê DÎB'ê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinan kir.    PIRSGIRÊKA KURD   Mert Buyukkarabacak, diyar kir ku ew avakirina hêzên demokrasiyê ya ji bo axaftina nasnameyên bindest girîng dibînin û bi van gotinan bal kişan ser Pirsgirêka Kurd: "Rêbazên aborî yên desthilatê pirsgirêkên welat çareser nakin. Ji bo çareserkirinê partiyên Tifaqa Milletê jî perspektîfeke têrker pêşkêş nakin. Pirsgirêka sereke jî Pirsgirêka Kurd e. Me dît ku şerê piştî 7'ê hezîrana 2015'an hat destpêkirin civakê çawa tarûmar kir. Di vê pêvajoyê de sekna hêzên demokrasiyê ya ba hev gelek girîng e."   TÊKOŞÎNA HDP'Ê   Di berdewamê de jî Buyukkarabacak ev tişt gotin:   "HDP ku li derveyî tifaqan têdikoşe, di eniya têkoşîna demokrasiyê de cihekî girîng digire. Îro heke em ji bo Tifaqa Cûmhûr qala krîzekê dikin, divê em bibînin ku tevî hemû zextên li ser jî xwe berxwedana HDP'ê di vê qrîzê de xwedî roleke gelekî mezin e. Di şert û mercên vê krîza aborî û civakî ku îro em tê re derbas dibin de sekna HDP'ê ya li kêleka hêzên din ên demokratîk û pêşkirina projeya rizgariyê ya ji bo civakê, dikare weke armanceke girîng a ku DÎB hewl dide ava bike bê nirxandin. Weke bindest û kesên cihêkarî li wan tê kirin ê vî welatî pêwîstiya me bi deng û gotina me heye. Divê em nîşan bidin ku em aliyek in.   NEBAWERIYA DI CIVAKÊ DE   Divê em destûr nedin ku kes li ser êşên me ji xwe re pêşerojek ava bikin. DÎB hewl dide vê zemînê ava bike. Divê rêz ji hewldanên partiyên sosyalîst ên ji bo hatine cem hev re bê girtin. Ev lêgerînên girîng in, lê ne bi armancên demkurt ên hilbijartinê, divê em bigeheke veguherîna demokratîk a krîza civakî ava bikin. Di hevpeyvînên gel de hêrseke mezin a gel heye. Lê belê ev hêrs venaguhere dînamîzma civakî ya têrker. Em difikirin ku sekna me ya cuda di vê mijarê de roleke girîng dilîze. Heke em karibin civakê ji xwe bidin bawerkirin wê hemû beşên bindest ên civakê ji bo ku qedera xwe bi destê xwe bigirin însîyatîfekê bigirin.   BANGA LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ   DÎB xîtabî hemû beşên civakê dike. Xwedî rêxistinbûneke ku dikare bi hemû beşên cîvakê yên li welatîbûna wekhev, ewlebûn, hevgirtina civakî û demokrasiyê digerin re biaxiveye. Ji ber vê yekê ez li vir bang li her kesî dikim; Forûma 7'ê kanûnê girîng e. Pêwîstiya demokrasiyê bi yekîtiyeke bi vî rengî heye. Ez bang li hemû hêzên demokrasiyê dikim ku di bin sîwana DÎB'ê de li hev bicivin."   MA / Kadîr Guney