Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye 2021-12-06 09:06:08 AMED - Girtiyê nexweş Azîz Tûfan ku ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê timik wî dibin nexweşxaneyê, bi hinceta bergiriyên pandemiya koronayê 73 roj in di qarantînayê de tê girtin.    Bergiriyên ku bi hinceta vîrûsa koronayê li girtîgehên hatine girtin ji bo girtiyên nexweş veguherîne îşkenceyê. Dema ku girtiyên nexweş diçin nexweşxaneyê 2 hefte di qarantînayê de tên girtin. Yek ji girtiyên ku ji ber pisrgirêkên wî tenduristiyê wî dibin nexweşxaneyê û bi vê hincetê 73 roj in di bin navê qarantînayê de li hucreya yekkesî digirin Azîz Tûfan (29) e. Tûfan ku nexweşiyên wî yên rodî û mîdeyê hene, li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê girtî ye.    MALBATA DI NOBETA EDALETÊ DE YE   Dayika Tûfan Yesûre Tûfan (52) ku ji ber bi rojan e kurê wê di qarantînayê de tê girtin bibertek e, dest nîşan kir ku ji ber rewşa kurê xwe tevlî Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin bûye û ev tişt got: "Divê daxwaz bi lezgînî bên bersivandin. 5 sal in kurê min girtî ye û ji ber şertên girtîgehê nexweşiyên wî zêde bûne. Girtîgeh ava germ nade wan û di xwarinên wan de amûrên plastîk derdikevin. Meheke tenduristî û derûniya kurê min ne baş e. Zêdetirî 70 rojan e kurê min di qarantînayê de tê girtin. Em derbarê rewşa wî de agahî jî nagirin. Em tenê dizanin ku di qarantînayê de ye."   BERTEKA LI DIJÎ 'POŞMANIYÊ'   Tûfan, sûcdariyên ku li zarokên wan tên kirin red kir û ev tişt anîn ziman: "Cîwaniya zarokên me dizîn. Sûcên zarokên me tune ye. Niha jî dixwazin wan poşman bikin. Ev nayê qebûlkirin. Tiştek nemaye ku neanîne serê kurdan. heke poşmanî hebe divê dewlet poşman bibe. Tişta tînin serê me xizmên girtiyan îşkence ye. Ez nêzî kurê xwe me wî dibînim. lê zarokên malbatên din dûr in û bi salan e nikarin wan bibînin. Hevdîtin vekirî dest pê kirin, lê nîv saet e. Wê ew nîv saet têra kê bike. Ji bo dayikên ku rêyên dûr diçin nîv saet maf e."   HIQÛQA DIJMIN   Di berdewama axaftina xwe de Tûfan, destnîşan kir ku "hiqûqa dijmin" li dijî girtiyên siyasî tê pêkanîn û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Kurdbûna qebûl nakin. Zarokên dema ku derdikevin serî natewînin û li têkoşîna xwe xwedî derdikevin. Ji ber vê dibînin hiqûqa dijmin li dijî me pêk tînin. Ew dayik çalakiyeke pîroz pêk tînin. Rexmî wî emrê xwe tevahiya rojê li ser kursiyan rûdinin. Ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû girtiyên nexweş di çalakiyê de ne. Bila daxwazên dayikan bên qebûlkirin û îşkence bi dawî bibin. Bila dayikên zarokên wan ne girtî jî bên piştgirî bidin nobetê. Em tu carî serê xwe ji dijmin re daneynin. Lewre hêviya me heye, rojên ku em ê xwe bigihînin zarokên xwe nêz in."   MA / Eylem Akdag