Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin 2021-12-06 09:06:10 STENBOL - Hevseroka giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî kêmkirina cezayê (ji ber halê baş) Mûsa Orhan got: "Heke sûcdar unîforma li xwe kiribe û nîşana 'gur' dike, li her derê tê parastin."  Di 3'yê Kanûnê de doza ji ber "êrişa zayendî ya wesfdar" ya li Mûsa Orhan vekiribûn, hate dadgehkirin û 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Heyeta dadgehê jî bi rêya kêmkirina ceza ya ji ber “halê baş” daxwaza girtina Orhan red kir û. Hevseroka giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn der barê biryarê de axivî û diyar kir ku di dozên îstîsmara zayendî de kêmkirina ceza ya ji ber "halê baş" cesarete dide mêran.      Keskîn bi bîr xist ku cînayetên bi heman rengî di salên 1990'î de gelekî zêde bûn û destnîşan kir ku Êlih demekê wek "bajarê xwekuştina jinan" dihat naskirin. Keskîn got:  "A rast, hemû jinên ku întîxar kiriye Îpek Er in. Lê mixabin di wê demê de tiştekî wekî medyaya civakî tune bû."    Keskîn diyar kir ku wan gelekî hewl daye da ku rojname binpêkirinên mafên mirovan bidin û got: “Heke medyaya civakî û hevgirtina jinan nebûya, Mûsa Orhan dîsa nedihate cezakirin. Dê mîna salên 1990'î û bihata nixumandin.”     KÊMKIRINA CEZA YA JI BER ‘HALÊ BAŞ’   Keskîn li ser kêmkirina cezayê Orhan ê ji ber "halê baş" jî wiha axivî: "Girîng e ku sûcê êrişa zayendî sabît be û ceza lê hatibe birîn. Lê kêmkirina ji ber 'halê baş' pir xirab e. Ji ber ku di vî warî de qanûn dibêje; reftarên berê yên tawanbar, reftarên paşerojê û peywendiyên civakî. Heke ev baş bin, heke qinaeteke bi vî rengî çêbe, dikare bê kêmkirin. Di dozên êrişa zayendî de kêmkirin, cesaretê dide mêran. Derfetê dide wan ku vî sûcî bikin."   ‘SÛCDARÊN UNÎFORMA LIXWEKIRÎ’   Keskîn got bi salan e parêzeriya transan û jinên mexdûrên êrişên zayendî dike û diyar kir ku heta niha 793 jinan serî li wan daye û destnîşan kir ku "Faîlên 793 jinan bê ceza man.” Keskîn got ji bilî cerdevanekî, tu rayedar nehatine cezakirin û xuya kir ku ji bilî yên serî li wan didin, gelek jinên din jî hene û destnîşan kir ku mîlîtarîzm di qada dadgeriyê de jî bi cih dibe.    Eren Keskîn wiha axivî: "Mixabin eger wan failan unîforma li xwe kiribe û nîşana 'guran' a sembola faşîzmê dikin, li her derê tên parastin. Li dîmenên qatilên jinan binêrin, hûn ê bibînin ku çekdar in. Hinek bi unîforma ne. Piraniya wan nîşana 'gur' dikin. Mînaka vê ya herî berbiçav Alaattîn Çakici ye. Gelek sûcên wî hene. Lê dîsa jî xwedî wê azadiyê ye ku gefan li me hemûyan dixwe.”   RAMAN GIRTÎ NE   Keskîn got ji ber ramanên xwe gelek kes niha di zindanan de ne, lê leşkerekî hatiye piştraskirin ku êrişa zayendî li jinekê kiriye, ne girtî ye. Keskîn diyar kir ku ev yek rewşa hiqûqa welêt nîşan dide û wiha lê zêde kir: "Ez hatin girtin û hê jî 26 sal û 9 meh cezayê min heye, ji ber ku gerînendeya rojnameya Ozgur Gundemê bûm. Tevî ku min gelek caran got ew qas cezayên min hebin jî ez naçim tu derê, polîs wê şevê dîsa hatin mala me. Tirkiyeyê gelek peymanên navneteweyî yên ku azadiya ramanê mîsoger dikin, îmze kirine lê belê ji ber ku nikare bibe dewleta hiqûqê, tu carî muxalefetê qebûl nake. Bi taybetî naxwaze îdeolojiya fermî were rexnekirin. Ji ber vê yekê her tim hewl didin mirovên mîna me bitirsînin. Hewl didin bi van argumanan me bê deng bikin û serî bi me bidin tewandin."     MA / Esra Solîn Dal