Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin 2021-12-06 09:48:58   ENQERE - Paşketina kûra dovîzê ya piştî mudaxaleya Bankaya Navendî demek kurt berdewam kir û dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin   Rojên çarşem û pênçşemê yên hefteya borî Bankaya Navendî (MB) mudaxaleyî kûra dovîzê kiribû û dolar daketibû 13,40 TL'yan. Lê ev paşketin demeke kurt berdewam kir û kûra dolar vê bi 13,71 TL’yan dest bi heftê kir. Euro ku hefteya borî bi 15,52 TL'yan girt jî bi 15.56 TL'yan dest bi heftê kir.    Bi vî awayî dertê holê ku mudaxaleyên Banka Navendî ne mayînde ne û pir bi kêr nayên.