Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 2021-12-06 10:50:46   NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrişên DAIŞ’ê yên li Herêma Kurdistanê zêdebûn de di mehekê de 22 pêşmergeyan û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.    Li Herêma Kurdistanê di pêvajoya dawî de li gelek navendan êrişên DAIŞ’ê zêde bûn. DAIŞ’ê di serî de Kerkuk, Musil, Silêmanî êrişî gelek noxteyên pêşmergeyan û gundên nêzî sînor kir. Ji 10’ê Mijdarê ve di êrişên DAIŞ’ê de 22 jê pêşmerge 5 jê sivîl 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.    DAIŞ’ê duh şev êrişî hêzên pêşmergeyan ên li Girê Qereselîm ê li navçeya Şêx Bizin a Kerkûkê kir. Li ser hêzên pêşmergeyan bersiv da li herêmê şer derket. Hat aşkerakirin ku di şer de 4 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane û pêşmergeyek jî birîndar bûye.    Hat diyarkirin ku piştî êrişî DAIŞ’î ji herêmê reviyan e. Navên pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Mesûd Talat, Nehro Nacî, Hejar Celal û Rêkan Tofîk.    ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê   Di 10’ê Mijdarê de li taxa Xurmato ya Amîrlî di encama êrişekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn    Di 28’ê Mijdarê de li Kuleco ya ser bi navçeya Kifrî ya Germiyana Silêmaniyê di êrişa pêk hatibû de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû.    Di 29’ê Mijdarê de di êrîşa li taxa Kifrî de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û 2 pêşmerge jî birîndar bûbûn.    Di 2’yê Kanûnê de li gundê Xidirce yê li Herêma Qereçox a navçeya Mexmûrê 10 pêşmerge û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn. 4 jê pêşmerge 5 kes jî birîndar bûbûn.