DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir 2021-12-06 10:55:07 NAVENDA NÛÇEYAN - DBP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên DAIŞ'ê yên li Kerkûkê şermezar kir û bal kişand ser xemsariya PDK'ê ya li dijî êrişan.  Di demên dawîn de DAIŞ'ê liv û tevgera xwe ya li başûrê Kurdistanê zêde kiriye û li dijî sivîl û pêşmergeyan dest bi êrişan kiriye. Di encama van êrişan de pêşmerge û sivîl jiyana xwe ji dest didin. Rexmî vê rewşê jî Partiya Demokrata Kurdistanê ku li Başûr desthilata bergiriyên pêwist li dijî êrişên DAIŞ'ê nagire. Ji ber vê xemsariya PDK'ê ya li dijî wê DAIŞ'ê duh êvarê bi ser gundê Lihêban ê navçeya Sergeran a Kerkûkê de girtibû û gund şewitandin. Ji ber ku pêşmerge bi hewara wan ve neçûbûn gundiyan bi derfetên xwe şerê DAIŞ'ê kiribûn û neçar mabûn ku gundê xwe bi terikînin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî vê liv û tevgera DAIŞ'ê ya di rojên dawîn de zêde bûye û xemsariya PDK'ê ya li dijî van êrişan de daxuyaniyek nivîskî da û êrişên DAIŞ'ê yên li dijî pêşmerge û gelê Başûr şermezar kirin. Her wiha DBP'ê di daxuyaniya xwe de ji ber xemsariya wê ya li hemberî êrişan bertek nîşanî PDK'ê da û bang lê kir ku berê çekên li dijî PKK'ê dide xebitandin bide endamên DAIŞ'ê û gelê Başûr ji êrişên DAIŞ'ê yên zêde dibin biparêze.    DAXUYANIYA DBP'Ê   Daxuyaniya DBP'ê bi tevahî wiha ye: "Li Başûrê Kurdistanê, ji meha mijdarê ve DAIŞ êrîşan dibe ser gelê Başûr û hêzên Pêşmerge. Di van êrîşanda 20 pêşmerge û ji gel jî kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene. Duh êvarê di nûçeyan de hat ragihandin ku li derdora Kerkûkê hêzên DAIŞ'ê êrîş birine ser gundan. Weke tê zanîn Koalîsyona navnetewî ji bo tekoşîna li dijî DAIŞ'ê çek û muhîmatên giran dabû PDK'ê. Ev çek û muhîmatên ku diviya li dijî DAIŞ'ê bihatina bikaranîn, mixabin ji bo pêşvebirina şerê navxweyî tê bikaranîn.    FERZKIRINA ŞERÊ NAVXWEYÎ   Hêzên tarîyê yên weke DAIŞ'ê bi taybetî Tirkiye hêza xwe ji netewe dewletên Rojhilata Navîn digirin. Kirinên Tirkiye li seranserê Kurdistanê têk birina kurdan e. Lê belê ev kirin çiqas zelal bin jî desthilatdariya Başur (PDK) vê karesatê ya nabîne yan ji nedîtî ve tê. Li Rojhilata Navîn rola DAIŞ'ê ya sereke têk birina destkeftiyê kurdan e. Tirkiye dixwaze destkeftiyên kurdan li dijî hêzên kurd bi kar bîne. Bi van polîtîkayên qirêj dixwaze şerê navxweyî li ser kurdan ferz bike. Li Başûrê Kurdistanê; gel, rewşenbîr û hêzên welatparêz bûyer û polîtîkayên qirêj dibînin û bertek nîşan didin û PDK'ê hişyar dikin.   ŞÎV Û PAŞÎV   Em weke Partiya Heremên Demokratik, bang dikin û hişyarî didin û dibêjin ku dem dema yekitiyê ye. PDK bila guh bide gelê Kurdistanê. Tunekirina her hêza kurd tunebûna kurdan e. Dijminê kurdan naxwazin yekitiya gelê kurd çêbibe. Divê ev bê fêmkirinê. Plana yekemîn; dixwazin hêzên kurd ên DAIŞ'ê têk birine bi riya şerê navxweyî têk bibin. Çekên ku divê li dijî DAIŞ'ê bên bikaranîn, niha ji bo şerê navxweyî tên bikaranîn. Di dîroka kurdan de cerebeyên mezin hene. Bila cerebeya "ŞÎV Û PAŞÎV!" baş bê fêmkirin.    BANGA YEKITIYÊ   Banga me ev e, demildest hêzên kurd yekitiya xwe ava bikin. Hebûn û xwebûna gelê kurd di kongreya neteweyî de veşartî ye. Em dibêjin dem dema yekiti û azadîyê ye. PARTÎYA HERÊMÊN DEMOKRATÎK van êrîşên qirêj û hovane yên li dijî kurdan şermezar dike. Serê gelê başûrê Kurdistanê û gelê kurd saxbe.