YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe 2021-12-06 11:16:20   NAVENDA NÛÇEYAN - YPS’ê êrişên li navçeya Cizîrê li sercerdevan Emîn Negîz û birayê serokê AKP’ya Cizîrê yê berê Tahîr Guven hatibûn kirin, girt ser xwe.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) êrişa di 4’ê Kanûnê de li birayê serokê AKP’ya Cizîrê yê berê Cîhan Guven, Tahîr Guven û êrişa bombeyi ya di 17’ê Mijdarê de li sercerdevan Emîn Negîz hatibûn kirin, Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) girt ser xwe. Di erişan de Tahîr Guven jiyana xwe ji dest dabû û Emîn Negîz jî birîndar bûbû.