Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê 2021-12-06 12:34:50   RIHA - Emîne Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire, bi hêceta “heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye” cara 10’emîn vexwendin îfadeyê.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 273’emîn de berdewam dike. Malbata ku ji navçeya Pirsûsa Rihayê hat pêş Edliya Rihayê bi pankarta “Em tenê edaletê dixwazin” dest bi nobeta xwe kir. Polîsên ku bi destpêkirina nobetê hatin cem malbatê, diyar kirin ku wê dayik Emîne Şenyaşar bi hêceta “heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye” wê li Miduriyeta Polîsan a Rihayê îfadeya wê were wergirtin û bi lêv kirin ku Şenyaşar divê di nava rojê de biçe miduriyeta polîsan.    ‘ARMANC DEV JI NOBETÊ BIDIN BERDANE’   Ferît Şenyaşar ê têkildarî bi heman hêcetê cara 10’emîn vexwendina îfadeyê ya dayika xwe Emîne Şenyaşar û astengiyên di nobetê de pê re rû bi rû dimînin de axivî, bi lêv kir ku armanca wan ewe ku dev ji nobetê bidin berdan.  Şenyaşar, dazanîn ku Nobeta wan a Edaletê di bin “zilmê” de berdewam dike û wiha got: “Nobeta me nêzî salekê dibe. Di Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de 3 mirov bi çekê hatin qetilkirin. Ev komkujî li pêş çavên bi sedan xebatkarên cemaweriyê pêk hat. Bi ser bûyerê ve 3 sal û 6 meh derbasbûn lê îfadeya tu kesê hêj nehatiye wergirtin. Lê dayika ku edaletê dixwaze îro cara 10’emîne vedixwînin îfadeyê. Li Tirkiyeyê edalet eve?”   Şenyaşar, destnîşan kir ku her kesên ku li dijî tiştên diqewimin bêdeng dibin hevkarê sûc in û wiha axivî: “Di serî de baro, partiyên siyasî yên bêdeng dimînin dibin hevkarê vî sûcî. Di holê de bêhiqûqiyek heye. Rihayê malbateke çete bi rê ve dibe.”   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etîket kir û ev peyam parve kir: “Her kesê ku li ber deriyê edliyeyê nerazîbûnê nîşanî vê neheqiyê nede sûcdar e. Dozgerên ku ditirsin, kesên hevjîn û zarokên wê qetilkirine vexwînin îfadeyê, cara 10’emîne dayikê vedixwînin îfadeyê. Abdulhamît Gul aniye ziman ku ji bo dayikê xemgîn bide!”