Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome 2021-12-06 14:04:59   AMED - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 21’an de berdewam dike.   Malbatên girtiyan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 21’an de berdewam dike. Ji roja destpêka nobetê ve gelek partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnas û welatiyan serdana malbatan kirin.