Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir 2021-12-06 14:05:43   ENQERE - Danişîna Doza Kobanê ku siyasetmedar û parêzer tevlî nebûn û eywana danişînê bi leşker û polisan têje bû, tenê 5 deqe berdewam kir.    Rûniştina 5'emîn a danişîna 7’emîn a Doza Kobanê ku hevsderokên giştî yên berê yên HDP'ê û endamên MYK'a wê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Ji ber ku daxwazên wan ên derbarê vedora danişînê de nayên qebûlkirin parêzer û siyasetmedarên tên darizandin tevlî danişînê nebûn. Hejmarake zêde leşker û polisa li eywana danişînê ya parêzer û siyasetmedar lê ne amade bûn hatin bicihkirin.    Ji ber redkirina daxwaza reda dadger ji bo îtîrazê serî li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hatibû dayîn. Bêyî ku bersiva vê serlêdana îtîrazê bê dayîn danişînê dest pê kir û tenê 5 deqe berdewam kir.    HINCET HATIN XWENDIN   Serokê dadgehê ku danişînê da destpêkirin, daxwaznameyên hincetan ên parêzer û siyasetmedaran xwend. Dozgerê ku derbarê hincetan de mutalaa da, daxwaz kir ku hincetên tenduristiyê bên qebûlkirin û hincetên din ên parêzer û siaysetmedaran bên redkirin.    HINCET NEHATIN QEBÛLKIRIN   Serokê dadgehê derbarê daxwazan de biryara navberê çêkir û daxwaza siyasetmedar û parêzeran a derbarê tevlînebûna danişînê de red kir û heta sibê navber da danişînê.