Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir 2021-12-06 14:35:01   AMED - Li navçeya Peyasê zilamê bi navê Mahmût Bozkûrt, kurê xwe kuşt û hevjîn û keça xwe jî birîndar kir.    Li semta Hûzûrevlerî ya navçeya Peyasê ya Amedê, zilamê bi navê Mahmût Bozkûrt (40), bi kêrê êrişî hevjîna xwe Sabîka B. (39), keça xwe ya 15 salî E.B. û kurê xwe yê 18 salî M.S.B. kir. Di encama êrişê de kurê Bozkûrt M.S.B. ê 18 salî jiyana xwe ji dest da û hevjîn û keça wî jî birîndar bûn.    POLIS NEHATIN   Li gorî angaştê, niştecihên apartamê piştî ku duh êvarê dengê nîqaşa di navbera malbata Bozkûrt de bihîstine agahî dane polisan lê polis nehatine cihê bûyerê. Piştî nîqaşa ku heta saetên serê sibehê berdewam kiriye Mahmût Bozkûrt hewl daye malbata xwe bikuje. Li ser bilindbûna deng cîranên wan careke din agahî didine polisan û timên tenduristiyê. Tîmên tenduristiyê ku hatin malê tespît kirin ku M.S.B. jiyana xwe ji dest daye û dayik Sabîke B. û keça wê E.B. bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Faîl Bozkûrt jî ji aliyê polisên ku hatin cihê bûyerê ve hat binçavkirin.    Her wiha hat diyarkirin ku 2 zarok jî reviyane û ji kuştinê xelas bûne.    Niştecihên avahiyê polisan ji bûyerê berpirsyar girtin. Gelek niştecihên avahiyê dibêjin ku gazî polisan kirine lê nehatine.